'Divê bi lez agahî ji Îmraliyê bê girtin'

09:02

JINHA

WAN - Li ser mijara agahî ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan nayê girtin Parlementera HDP'ê ya Wanê Bedîa Ozgokçe nirxandin kir û got: "Em ji rewşê bigumanin, ji bo wê jî divê demildest agahî Bê girtin."

Demek dirêje agahî ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan nayê girtin. Piştî hewildanên darbeyê metirsî zêdetirbûne. Ji bo ku heyetek biçe hevdîtin bike û rewşê hin bibe li her deverê çalaki tên kirin. Parlementera HDP'ê ya Wanê Bedîa Ozgokçe di derbarê rewşa Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de nirxandin kir û wiha axivî: "Divê teqez hevdîtin li gel Abdullah Ocalan bê kirin û agahiyên bên girtin bi raya giştî re bê parkirin."

Bedîa anî ziman ku piştî hewldana derbeya 15'ê Tîrmehê, Serokomar Erdogan bi Lijneya Wezîran û Lijneya Ewlehiya Mîllî (MGK) re civînek pêk anî û 3 mehan OHAL îlan kir. Bedîa da zanîn ku bi van buyeran ve girêdayî herî dawî li ser biryara Serdozgerê Komarê yê 1'emîn Dozgerê Înfazê yê Bursayê, hemû hevdîtinên li Îmraliyê di çavçoveya OHAL'ê de qedexekir û wiha domand: "Biryarên li ser Îmraliyê hatî sitandin ne yê rojekê ye, ne encama darbeya leşkeri jî ye. Nêzîkî salakê ye di tirkiyê de darbe li ser sîvîlan pêk tê, darbeya Sarayê heye. Me ev tişt her tim jî di anî ziman. Em vê pêvajoyê wek şer dibînin. Ji ber ku welatiyên sîvîl hatin qetilkirin, navend û navçe hatin hilweşandin."

'Di dîrokê de cara yêkemîne ku vîna gel meclîs hat bombe kirin'

Bedîa ji bo îlankirina OHAL ê jî got: "Em baş dizanin ku di darbeyan de çî tê jiyan kirin. Di Tirkiyê de cara yekemin vîna gel meclîs hat bombe kirin. Lê agahî ne hat sitandin kê wisa kiriye. Di hemû darbeyan de siyaset tê bêdeng kirin. Rêverberî tê guhartin. Piştî OHAL'ê ji bo hemû girtigehan jî qedexeya hevdîtinê hat dayîn."

Bedîa destnîşan kir ku ji bo Rêberê PKK'ê giştînameya şandine hatiye red kirin, ji Îmraliyê ti agahî nayê zanîn û wiha pê de çû: "Salek zêdetire li gel Îmraliyê hevdîtin pêk nayê. Ne parêzer, ne malbat nikarin biçin Îmralîyê. Em ji rewşê bigumanin. Piranî jî li ser gotina ku 'Em ê Îmraliyê bombe baran bikin' gelek metirsîdarin. Mafê jiyana Birêz Ocalan nekeve bin ewlehiyê û agahî neyê girtin dê rewiş tenê ne li Tirkiyê li her derê aloz bibe. Hewceye bi lezgînî yek an jî heyetek biçe û hevdîtinê bike. Ocalan pêşerojê dibîne û dizane, ji bo her kesê rê nîşandere. Ji ber wê bila dewlet jî hesas tevbigere. Heyeta Îmraliyê nebe jî hewceye ku CPT carek din hevdîtinê bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re pêk bîne û agahiyên heyî bi raya giştî re par bike."

(db-hk/zt)