'An dê Tirkiye vegere demokrasiyê, an jî dê ev qeyran hêj kûrtir bibe'
17:11
JINHA
MÛŞ - Hevseroka Giştî ya DBP'ê Sebahat Tuncel, tevli civîna gel a li navçeya Kopê ya Mûşê ji hêla DBP'a navçeyê ve hatibû lidarxistin bû û der barê geşedanên dawî de nirxandin kirin. Sebahatê got ji 5'ê Nîsana 2015'an vir ve tu agahî ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan nayê girtin û aşkera kir ku kesên derbe pêk anîn, kesên maseya çareseriyê xiste kirine. Sebahatê got, "Dê AKP çi bike na, em ê çi bikin" û wiha axivî: "Mifteya demokrasiyê di destê me de ye."
Li navçeya Kopê ya Mûşê ji hêla DBP'ê ve civîna gel hat lidarxistin û Hevseroka Giştî ya DBP'ê Sebahat Tuncel jî beşdarî civînê bû û der barê geşedanên dawî de nirxandin kirin. Civîna ku li avahiya DBP'ê hat li darxistin de, wekîla HDP'ê ya Mûşê Burcu Çelîk, hevşaredarên Kopê û gelek kes beşdar bûn. Salona ku bi wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û alên DBP'ê hatin xemilandin de, ji bo têkoşerên azadî û demokrasiyê deqeyekî rêz hat girtin. Hevseroka Giştî ya DBP'ê Sebahat Tuncel di civînê de axivî û da zanîn civînên ku tên lidarxistin ji hêla gel ve gelekî tê ecibandin û got ku xwedîderketina gel a li pêvajoyê gelekî girîng e.
'Derbe li Îmraliyê pêk hat'
Sebahatê da zanîn derbeya esasî piştî muzakereyên bi Abdullah Ocalan re di 5'ê Nîsana 2015'an de hatin qutkirin dest pê kir û ev tişt got: "Ya rast derbe li Îmraliyê hat kirin. Tevahiya Tirkiyeyê li dora maseya aştiyê li hev civiya bûn, kesên ku mase rûxandin, şer û derbe dan destpêkirin."
Sebahatê diyar kir ku piştî hewldana derbeyê fikarên der barê rewşa Abdullah Ocalan de zêde bûne û xwest demek ji ya din zûtir agahiyekî der barê rewşa Abdullah Ocalan de ji ray giştî re parve bikin.
'Mifteya demokrasiyê di destê me de ye'
Sebahatê destnîşan kir ku dê pirsgirêka kurd an çareser bibe an çareser bibe û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Ji wê wêdetir tune. An dê Tirkiye vegere demokrasiyê, an jî dê ev qeyran hêj kûrtir bibe. Divê neyê gotin dê AKP'ê çi bike, em ê çi bikin û divê em bikevin nava tevgerê. Ji ber ku mifeya demokrasiyê di destê me de ye."
Piştî axaftinên hatin kirin, civîn ji çapemeniyê re girtî hat dewamkirin.
(kom/rc)