Heyeta Îmraliyê: Li hember darbeyê barîkat, ji Ocalan re azadî û ewlehiye
13:30
JINHA
AMED –Heyeta Îmraliyê ji bo tecrîda li ser Rêberê PKK’ê bê rakirin û demildet hevdîtin pêk bên daxuyaniyek da çapemeniyê. Sirri Sureyya Onder got: “Ger ji darbeyê demokrasiyek bê derxistin, rêya herî girîng eve ku divê rol û girîngiya Birêz Ocalan ya di demokratîkbûna vî welatî de bê teslîmkirin û şert û mrecên pêvajoya muzakereyê amadekirine.” Sirri got gel di vê pêvajoyê de ya herî baş dike û kampanyaya ‘Ji Ocalan re azadî’ daye destpêkirin û wiha pê de çû: “Piştî hemû tiştên hatine jiyîn tişta herî girîng ya bê gotin, ji Ocalan re azadî, ji Ocalan re ewlehî, ev barîkata li hember darbeyane. Tedbîreke ji vê bi bandor tir tine.”
Endamên heyeta Îmraliyê Pervîn Buldan, Ceylan Bagriyanik, Sirri Sureyya Onder, Îdrîs Baluken û Hatîp Dîcle li avahiya KCD’ê daxuyaniyek dan çapemeniyê. Li ser navê heyetê Sirri Sureya Onder axivî. Sirri wiha got: “Ji roja muzakereyan destpêkiriye û heta tecrîdê me du sal û nîvaran rayagiştî agahdar kir. Ji 5’ê nîsanê de em heyeta Îmraliyê di nav hewldanan de bûn. Me di vê hewldanê de hişyariyên Birêz Ocalan yên hewldana darbeyê jî anî ziman.”
Sirir got Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di hemû hevdîtinên xwe de têkildarî mekanîzmaya darbeyê de nêrînên xwe anîn ziman lê muxatabên wî ev piştgûhkirin. Sirri wiha got: “ Serdestan li vî welatî beyî îcatkirina dijmin, nekarî welat bi rêve bibe. Kurd, Elewî, kedkar… van her tim ji xwe re dijmin afirandin û hebûna xwe parastin.”
'Destpêkê Abdullah Ocalan anî ziman’
Sirri diyar kir ku yekem car Abdullah Ocalan têgeha dewleta pararal tespît kiriye û avabûna cemaatê nîşan daye û got: “Vê sazbûnê çawa ku pêngaveke mayînde bê avêtin, bil ez provakasyon pêş xistine. Em wek heyeta Îmraliyê dikarin bi yek gotinê nêzîkatiya hikûmetê ya wê demê îfade bikin:Bê çaretî, derbederbûn.”
'Nekare bi berpirsyariyan birevin’
Sirri diyar kir ku van geşedanên hatine jiyîn divê encameke ku dewletê paqij derdixe û berpirsyariya wan dur dixe, neyê derxistin û got: “Ev sazbûn çi dibin bila bibin her tim berpirsyariyên ku nekarin jê birevin hene. Ji Roboskê bigirin heta komkujiyên dema dawî, dibêjin ‘karê cemeatê ye’. Ger birêz Ocalan û heyeta me di vê mijarê de hişyarî nekiriba, dikaribûn ev hincet nîşan bidana. Lê di vê rewşê de ne darbasdare.”
Sirri anî ziman ku di vê pêvajoyê de tişta herî rast gel dike û li dijî tecrîda li ser Abdullah ocalan çalakî dane destpêkirin û ev tişt anîn ziman: “Dîroka demokrasiyê ya vî welatî ji Birêz Ocalan serbixwe nekare bê dest girtin. Pergala Îmraliyê raste rast bi mekanîzmaya darbeyê re eleqedere. Gelê me tespîta xwe kir û kampanyaya ‘ji tecrîdê re bes’ da destpêkirin. Sê sal berê welatiyên me berxwedana ‘ji tecrîdê re bes’ dan destpêkirin û parlamenter jî tevlî bibûn. Di encama wê berxwedanê de tecrîd hat şikandin, pêvajoya diyalogê hat destpêkirin, lê bi ber bêeleqederbûna dewletê ev pêvajo bi dawî bû.
‘Li dijî darbeyan rêbaza herî bandor hevdîtina bi Ocalan re ye’
Sirri di berdewamiya axaftina xwe de piştî van geşedanên hatine jiyîn tişta herî girîng ya divê bê gotin, barîkata dij darbeyê ya wekê ‘Ji Birêz Ocalan re azadî, ji Ocalan re ewlehî ye.’ Ev tedbîra herî girînge lê barîkat heta niha li Tirkiyeyê nehatiye kifşkirin.
'Em wek heyet hema ketin îrtîbatê’
Em wek heyeta îmraliyê di saetên hewldanê de bi muxatabên xwe re ketin îrtîbatê û me agahî xwestin. Agahiyên me girtin jî bi lez parve kir. Lê daxwazek duyem heye. Divê demildest hevdîtina bi malbat û parêzeran re pêk bê.
'Ev agahî me rehet nake’
Di saetên hewldanê de serokkomar û serokwezîr nekarî ewlehiya xwe jî bigirin. Yên ji ewlehiyê berpirsyar jî di nav hewldana darbeyê de bûn. Ji ber vê jî em ji yên ji me re dibêjin ‘pirsgirêka ewlehiyê tine’ re dibêjin; hun nekarin ewlehiya xwe bigirin, agahiyên we me rehet nakin.”
Sirri di berdewamiya axaftin xwe de diyar kir ku rêya hesabdayînê hevdîtina bi Ocalan re ye û got di demokratîkbûna vî welatî de divê rol û girîngiya Birêz Ocalan bê teslîm kirin û şert û mercên muzakereyê bê destpêkirin. Sirri da zanîn ku ew bang li aliyê demokratîk dikin ku li dijî şerê li dijî Kurdan bi awayekî demokratîk bikevin nava tevgerê.
Sirri di dawiya axaftina xwe de bi lêv kir ku ew wek heyeta Îmraliyê wê di mijara tecrîd û rewşa Ocalan de bi CPT, Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî û civaka navneteweyî re hestiyariyê ava bikin
(be-şa/hu)