Besîme Konca: Wek muxatabê pêvajoyê divê bi Ocalan re hevkarî pêk bê
09:07
Duygu Erol / JINHA
ENQERE - Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Besîme Konca diyar kir ku piştî hewldana darbeyê daxuyaniyên rayedarên hikûmetê têr nake û got divê tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan demildest rabe û got: “Tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku pêşniyar, piştgirî, fikr û nêrînên wî hene, hewldanên wî hene û di vê mijarê de aktore, divê rabe. Divê demildest wek muxatabê pêvajoyê ji fikrên wî fêde bê girtin û hevkariyek pêk bê.”
Piştî îlankirina OHAL’ê fikarên têkildarî tenduristî û ewlehiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan de her diçe zêde dibe. Li qadan ji bo hevdîtinan bang tê kirin. Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Beskîme Koncayê diyar kir ku hewldanên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan yên ji bo demokrasiyê gelek mezinin û got di demokratîkbûna Tirkiyeyê de azadiya jinê û çareseriya pirsgirêka Kurd parastiye û got jinan ji bo şîara ‘azadiya rêbertiya me azadiya me’ pêş xistine.
‘Rêya demokratîkbûnê azadiya jinan û Kurdane’
Besîmeyê got: “Piştî darbeyê ya herî tê nîqaşkirin rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalane. Keda Ocalan daye ji bo çareseriyê bû. îro Tirkiyeyê pirsgirêka Kurd çareser bikira wê ji hemû darbeyan xilas bibûya. Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi salan ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê azadiya jinê parast.
'Em wek jin hewl didin’
Besîmeyê got Ocalan di azadiya jinê û têkoşîna jinên Kurd e rola herî mezine û got: “Darbe herî zêde bandorê li jinan dike. Di vê pêvajoya darbeyê de jin û nûnerên partiyên siyasî ji bo çareseriyê di nav hewldanan de bûn.Em yek alî berxwe didin û dixwazin hikûmetê bînin nokteyekê. Birêz Ocalan gotibû ger hun demokrasiya radîkal pêş nexîni wê darbe pêk bê. Di notên xwe yên Îmraliyê de ev gelek caran anî ziman. Ji bo Erdogan gotibû darbeker 250 durî te ne. Tevî van tiştan girankirina tecrîdê nayê fêmkirin.
'Divê hun birêz Ocalan esas bigirin’
Besîmeyê di berdewamiya axaftina xwe de got ger tê xwestin ku dewlet ji nûve bê avakirin û Tirkiyeyek nû bê avakirin divê Birêz Ocalan esas bê girtin û demildest tecrîd bê kirin. Besîmeyê d dawiya axaftina xwe de anî ziman ku divê herî zêde jin têkoşînê bimeşînin.
(hu)