Berîvan Ada:Ji bo aştiyê em deng bidin dengê rêbertiyê
09:29
Rojda Oguz/JINHA
STENBOL-Endama KJA’yê Berîvan Ada bertek nîşanê tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan da û bang kir ku divê her aliyê aştiyê dixwaze bibin yek û têkoşîna xwe bilind bikin. Berîvanê wiha got: “Ji bo tecrîd, OHAL û şerê li Kurdistanê bi dawî bibe divê em dengê xwe bidin dengê rêberiyê.”
Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku ji 5’ê Nîsana 2015’an het aniha heyta Îmraliyê nekare pêre hevdînê bike, ji tê agahî jê nayê girtin û tecrîda li ser wî ji 15’ê Tîrmehê hewldana darbeyê şûnde girantir bûye û fikarên der barê vê de zêde bûne. Endama KJA’yê Berîvan Ada got di şexsê Abdullah ocalan de tecrîda li gelê Kurd pêk tê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji vir şûnde jiyanek me hebe ew jî wê serokatiya me be. Ji vir şûnde ger aştî hebe jî li welat bê Rêbertî nabe.”
'Her ku tecrîd giran be wê kaos kûr bibe’
Berîvanê bi lêv kir ku heta tecrîda li ser rêbertiyê ranebe wê kaos bidome û ev tişt anîn ziman: “Aştiyê Rojhilata Navîn, aştiya Kurdistanê girêdayê Rêber Apoye. Her ku tecrîda li ser rêber Apo giran bibe wê kaos kûrtir bibe û şerên navxweyî destpê bikin. Belê niha li Kurdistanê şerek heye lê xwe gihandiye bajarên Tirkiyeyê jî. Bêdengiye bajarên Tirkiyeyê şer heta wan deran jî biriye. Ger ev bêdengî xera nebe, tecrîsa li ser Rêbertiyê ranebe wê vegere pêvajoya kaosê.”
'Bajarên Tirkiyeyê pişta xwe dane Kurdistanê’
Berîvanê balkişand ser biryara OHAL’ê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Wek her tim Kurdistan di hedefê de ye. Ev ne pêvajoyeke salekê ye. ev 40 sale rêveberiya teng li ser me heye. Îro li bajarên Tirkiyeyê gel li dijî darbeyê rabû. Li Kuridstanê li dijî gel bi salane êrîş hene. Gelê bajarê Tirk pişta xwe daye Kurdistanê. Li Kurdistanê binêrin ji xwe wê bibînin ku zext heye.
Berîvanê di dawiya axaftina xwe de hêzên serdest aştiyê naxwazin û got serdest ji bo desthilatdariya xwe şer kûr dikin û ev tişt anî ziman: “Piştî darbeyê OHAL îlankirin û xwestin komkujiyên li Kurdistanê rewa bikin. Divê gelê Kurd û kesên li alî aştiyê bibin yek û têkoşîna xwe bilind bikin. Ger em bixwazin şer û OHAL bi dawî divê em dengê xwe bidin dengê rêbertiyê.”
(hu)