Sebahat Tuncel: Pêşeroja Tirkiyeyê li Îmraliyê tê girtin
12:40
JINHA
AMED – Hevseroka Giştî ya DBP’ê Sebahat Tuncel li Amedê bi rojnamegeran re hat cem hev. Sebahatê got divê heyetek serbixwe biçe Îmraliyê û wiha berdewam kir: “Belkî jî divê xebatkarên çapemeniyê biçin wir û Birêz ocalan xwe îfade bike. Ger hun bi darbeyê re têdikoşin, divê hun pirsgirêkên diçe darbeyê çareser bikin. Heta em fêm bikin li Îmraliyê çi dibe emê têbikoşin. Ev pirsgirêka Tirkiyeyê ye. pêşeroja Tirkiyeyê li Îmraliyê dîlgirtiye.”
Sebahatê di civîna ku li Cemiyeta Rojnamegerên Başurêrojhilat pêk anî de salvegera komkujiya Şengalê jî bibîr xist û şermezar kir. Sebahatê wiha got: “Gelê Êzidî di dîroka xwe de her tim rastî komkuiyan hatiye. 5 hezar jin ji aliyê DAIŞ’ê ve dîl hatin girtin. Em vê ti car jibîr nakin. DAIŞ li Rojhilata Navîn li dijî gelan tehdîde. Divê çete demildest ji Rojhilata Navîn derkevin.”
'Emê têkoşîna jinê tacîdar bikin’
Sebahatê got jin li kolanê li dijî zîhniyeta DAIŞ’ê têdikoşin û got ew têkoşîna aştiyê didin. Sebahatê got hemû cîhanê şahidiya hovîtiya Şengalê kiriye û bi serhildana jinên Êzidî berxwedan ji aliyê hemû rayagiştî ya cîhanê ve hatiye dîtin. Sebahatê got: “Jin bi yek dilî li dijî DAIŞ’ê şer kirin. Jinan di çarçoveya xwe de girtin dest û di berxwedanê de cih girtin. Emê li dijî zîhniyeta mêr û DAIŞ’ê berxwedanê tacîdar bikin.”
Sebahatê bi lêv kir ku zextên li dijî DBP’ê ti car neguherîne û got di pêvajoya şer de 4 rêveberên wna hatine qetilkirin û got: “Hevserokê Giştî yê DBP’ê Kamuran Yuksek hîna girtiye. Hurşît Kulter ev 70 rojin agahî jê nayê girtin. Endamên me hatin qetikirin. Cenazeyê wan bi li pey panzêran hatin gerandin. Me ev zext bi xebatkarên çapemeniyê re jiya. Li Sûr, Gever, Sîlopî û Nisêbînê xebatkarên çapemeniyê hatin binçavkirin.”
‘AKP ji ber polîtîkayên xwe tenê maye’
Sebahatê destnîşan kir ku AKP’ê li dijî darbeyê rejîma xwe ava kiriye û got: “AÎHS û gelek mafên mirovan hatine binpêkirin. AKP’ê bi OHAL’ê re parlamento ji dewrê derxistiye. Welat bi KHK’ê bi rêve dibe. Em dibêjin wê Tirkiyeyê berbi karasetê ve bibe. Tirkiye krîzek cidî ya aboriyê dijî.”
Sebahatê axaftina xwe wiha berdewam kir: “AKP’ê darbeya yekem li Îmraliyê pêk aniye. Erdogan dema mase belav kir, pêvajoya darbê xist dewrê. Ji 5’ê Nîsanê û vir ji Birêz Ocalan agahî nayê girtin. Li wir çi dibe em nizanin. Fermandarê wir jî hatiye girtin. Divê heyetek serbixwe biçe Îmraliyê. Belkî jî divê xebatkarên çapemeniyê biçin wir û Birêz ocalan xwe îfade bike. Ger hun bi darbeyê re têdikoşin, divê hun pirsgirêkên diçe darbeyê çareser bikin. Heta em fêm bikin li Îmraliyê çi dibe emê têbikoşin. Ev pirsgirêka Tirkiyeyê ye. pêşeroja Tirkiyeyê li Îmraliyê dîlgirtiye.”
(be-mm/hu)