Heyfa Erebo: Li ser bûyera hovane siyasetek qirêj tê kirin
09:06
Roza Hiso/JINHA
AMÛDÊ- Hevseroka Kantona Cizîrê Heyfa Erebo têkîldarê teqîna li Taxa Xerbî ya bajarê Qamişlo û geşedanên li Rojava nirxandin kir. Heyfayê diyar kir ku ew ê asta berxwedan û parastinê bilind bikin û wiha got, "Yên bi şêwazên bêexlaq parastina me dixin bin pirsê çete ne. Yên heya niha ev ax parastin gel û zarokên vî gelî bû."
Hevseroka Kantona Cizîrê Heyfa Erebo têkîldarê teqîna ku 27'ê Tîrmehê de li Taxa Xerbî ya bajarê Qamişlo pêk hatî û di encamê de 58 kesan jiyana xwe ji dest da û bi sedan jî birîndar bûn de nirxandin kir. Hefa di serî de ji malbatê kesên jiyana xwe ji dest dane sersaxî û ji birîndaran re jî şîfaya lezgîn xwest û wiha got, "Bêguman di vê demê de bûyereke bi vî rengî cihê xemgîniyê ye. Di herêma me de serkeftinên mezin têne bidest xistin. Çete şikandineke mezin dijîn. Çete ne cara yekeme êrîşek wiha pêk tînin. Li bajarên Til Temir, Hesekê, Qamişlo û bajarên din sivîl hatin hedef girtin. Divê ev were pirsîn çima sivîl? Rêxistina hovane ya ku bûye bela serê mirovahiyê, ne tenê li herêma me, li Ewrûpa, Japonya, Efxanîstan û her derê êrîş li ser sivîlan dikin. Hedef tenê kuştin e."
'Yên piştgiriya netew-dewlet dikin, alîgirên DAIŞ'ê ne'
Heyfa Erebo sedemên êrîşê wiha şirove kir, "Di bingeh de armancê wan tirsandina gel û bêbawerî di nava gelan de avakirine. Di heman demê de dixwazin têkçûna xwe ya li Minbicê veşêrin. Divê ev xal jî were dîqetkirin ku DAIŞ encama zihniyeta dewlet-netewê yê. Her kesê piştgiriya zihniyeta netew-dewletê bike, çiqas xwe li dijî DAIŞ destnîşan bike jî, di bingehê xwe de alîgirê DAIŞ'ê ye. Dewletên netewî hemû di nav vê yekê de ne. DAIŞ wek nûnerê wan van êrîşan pêk tîne." Heyfayê serkeftinên li Minbicê jî bi bîr xist û wiha domand, "Dixwazin wendahî û têkçûna xwe ya li Minbicê veşêrin. Lê em jî dibêjin ku kuştina însanên sivîl ne serkeftin e, têkçûna wan nîşan dide. Gelê me di zanistiya van êrîşan deye. Ji ber ku di terorîzmê de sînor nemaye."
'Parastina Cewherî jêneveger e'
Heyfayê destnîşan kir ku di warê parastina herêmê de hemû civak berpirsyare û wiha pêde çû, "Divê li hember her cûre êrîşê çeteyan hişyariya civakê xurt bibe. Têkîldarê bûyera Qamişlo me lêpirsîn da destpêkirin. Lê her kesek di nava civakê de pêwîste li parastina herêmê xwedî derkeve. Divê wesayîtên barkirinê, kamyon, tir û hwd. derbasî nav bajar nebin. Parastina cewherî ji bo me jênevegere. Terorîzm dixwaze bikeve nav damarên civakê. Li dijî vê gelê me gelê herî rêxistinkirî ye û hişyar tev digere. Pirî caran hêzên me yên ewlekariyê jî xwe feda kirine ji bo ku êrîş li ser gel pêk neyên û vala derxistine. biberpirsyarî dikeve ser milê hêzên ewlekarî, Rêveberiya Xweser bi taybet jî HPC û her mirovek yê vê civakê."Heyfayê rewşa li herêmê jî ku bûye navgînê şereke giran jî nirxand û got, "Tevahiya cîhan li vê derê hesabên xwe zelal dikin. Lewre divê em pir bi hişyar nêzîk bibin. Cihên me rizgar kiribin pir in, ev nayê wateya ku em bi tevahî di bin ewlehiyê de ne. Erk dikeve ser milê her kesê.
'Li ser bûyera hovane siyaseteke qirêj tê kirin'
Heyfayê bertek nîşanî kesên parastin û rêxistinbûna li Rojava dixin rojevê jî da û wiha axivî, "Yên bi şêwazên bêexlaq parastina me dixin bin pirsê çete ne. Yên heya niha ev ax parastin gel û zarokên vî gelî bû. Bi sedan û hezaran ji wan şehîd bûn. Ev şermeke mezin e ji bo kesên ku di deqîqeyên destpêkê ya teqînê de li ser vê hovîtiyê siyaseteke qirêj dikin. Ew di her kêliyê de tenê li bendê ne ku li Rojava bûyereke wiha giran çê bibe û ew li ser siyasetê bikin. Ev jî ketîbûna wan a di aliyê siyasetê de nîşan dide. Divê her kes baş bizanibe ku hemû hêzên me yên parastinê dê wek berê axa xwe biparêzin. YPG-YPJ, Asayîş, HPC, Hêzên Erka Xweparastinê çawa heya niha xwe ji bo gel kirin mertal, dê dîsa vir biparêzin. Êşa me mezin e û em herkesê dewet dikin ku li ser vê êşê siyasetê nekin. Bila pişta xwe nedin vê axê. Bila werin wek gelê vir, bimînin û biparêzin. İsrara gelê me ya li ser axa xwe dimîne, di dilnexwaz û çeteyan de hêrs çêdike. Yên dixwazin bi êrîşan destkeftiyên me tune bikin, di bingeh de binkeftî ne. Em ê berxwedana xwe bidomîn in."
(en/rc)