Selma Irmak: Ev biryarek polîtîke û berê hatiye dayîn
09:54
JINHA
COLEMÊRG-Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê, Selma Irmak bertek nîşanî pêşnûmeya ku dê Colemêrg ji statuya bajêr derbixe da û wiha got: "Ev biryarên polîtîk û sîyasîne. Ev biryarên he di demên berê de hatibû sitandin û gel ê me vê qebûl nake."
Pêşnûmeya ku bajarên Şirnex û Colemêrgê jî statuya bajêrbûnê derdixe û navçeyên girêdayî wan dike navend derketiye. Welatiyên van bajaran bertek nîşanî biriyarê didin û naxwazin bêyî vina wan mudaxeleyî bajarên wan bê kirin. Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê Selma Irmak jî gorêdayî mijarê nirxandin kir. Selma diyar kir ku ev pêşnûme nêzîkatiyek polîtîke her dû bajar jî li hemberî polîtîkayên dewletê xwe diparêze ji bo wê ye biriyarên wiha di derbarê van bajaran de tên girtin.
'Dixwazin ku tolê bistînin'
Selma anî ziman ku ew ê vê pêşnûmeyê qebûl nakin û wiha got: "Ev bajarên me bajerên girîngin. Ji ber wê dewlet polîtîkayên cuda li ser van her dû bajaran didin meşandin. Dixwaze bi van biriyaran întîkamê bigirin û vîna gel bişêkinin. Gel jî li hemberê wan dê bisekine. Serokomar û Serokvezîrê demê di sala 2010'an de ev biryar sitandibûn. Gever û Cizîr navçeyên berxwedêr û pêşketîne. Dewlet piştî vê pêvajoya hilweşandin û konsepta şerê girande şerek giran li ser Gever û Cizîrê pêk anî bi zanistî wan biryaran digire. Ev ji bo me bi wateye. Ev biryar wateyên cuda derdêxe holê, ji ber ku ev biryar ne tenê biryarên erdnîgarî û aborine."
'Dewlet tolê distîne'
Selma diyar kir ku di dîroka Tirkiyê de cara yekemîne ku bajar dibe navçe û ew jî nayê qebûl kirin û wiha domand: "Ji bo ku bajar bibe navçe wê demê hewceye ku ew bajar kêmasiyan ji aliyê gel de bibîne, koçberên wê zêde bibe û ji aliyê aboriyê jî tangasiyê bikişîne. Lê dema ku em li her dû bajêrên xwe jî dinêrin tiştek wisa tuneye û her roj bajarên me ji hemû aliyan de pêşketinê nîşan dide. Li hemberî polîtîkayan jî xwe baş diparêze. Di Tirkiyê de jî cihê ji bo hilbijartinê jî gelek baş, ev her dû bajarên me ne. Di wan bajaran de ji bo dewletê hijmar dernakeve. Bi girtina van biriyaran dixwazin tolê hilînin. Dewlet her tim dibêje ku welatî çî bixwaze dê ew bibe, lê biryara bajar de guhdarî kesê nekirine. Ew çand û dîroka gel winda dikin."
'Ev biryar Polîtîkayên asîmîlasyonê ne'
Selma bilêv kir ku li ser navê bajaran jî navên zorî tê dayîn, ev jî kurkirina polîtîkayên bişaftinê nîşan dide û wiha dom kir: "Welatiyan ew nav daniye ser bajarên xwe û bi zorî navên bê wate tê dayîn. Ev jî vîna gel dişkîne. Armanca wan ew e ku vîna welatiyan tune hesabike û wan nasneke. Ev polîtîkayên asîmîlasyonê ne. Em wisa dinirxînin ku Colemêrg, Şirnex, Cizîr û Gever li gorî wan heremên pîlotin. Em jî dibêjin li ser axa Kurdistanê li hemberî dewletê yên ku herî bi hêz disekine jî ev bajarên me ne."
(kom/zt)