'Parêzvanên demokrasiyê yên esas wê li Êlihê li qada bin’
09:05
JINHA
ÊLIH – Li Êlihê di 7’ê Tebaxê de bi daxwaza ‘Li dijî darbeyan demokrasiya radîkal’ wê mîtîng pêk bê. Hevserokên HDP û DBP’ê gotin: “Em wek parêzvanên demokrasiyê yên esas wê li Êlihê li qada bin. Em li dora îdeolojî felfeya Birêz Ocalan hemû gelê xwe vexwendiyê mîtîngê dikin.”
Li Êlihê di 7’ê Tebaxê de bi dirûşmeya ‘li dijî darbeyan hema niha demokrasî’ wê pêk bê. Hevseroka DBP’a Êlihê Nurten Uzumcu û hevseroka HDP’a Wanê Fatma Kapaligoz li dijî darbeyan ji bo demokrasiya radîkal û rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan banga herikîna qadan kir.
Nurten Uzumcu got bi dehan carî li ser xaka Kurdistanê darbe hatine kirin û got: “Darbeya esas di 5’ê Nîsanê de bi astengkirina hevdîtinên Birêz Ocalan hat kirin. Ya duyemîn jî di qada siyasî de hat kirin. Hevserokê partiya me niha girtiye. Bi hezaran siyasetmedar girtîne. Destnedana parlamenterên me rakirin. Hewldana darbeya 15’ê Tîrmehê jî berdewama wê ye.
'Gelê Kurd di nav fikarê cidî de ne’
Nurtenê diyar kir ku piştî hewldana darbeyê ji tenduristî û ewlehiya Abdullah Ocalan bi fikarin û got: “Em şert û mercên tecrîdê ya 5’ê Nîsana 2015’an wek darbe qebûl dikin. ji ber ku ev salek û nîve ti agahî jê nayê girtin. Hevdîtin tên redkirin. Gelê kurd fikarên cidî dijîn.”
Nurtenê da zanîn ku di şexsê Abdullah Ocalan de tecrîdê li gelê Kurd pêk bînin û got armanca wan eve ku têkiliya di navbera gelê Kurd û Birêz Ocalan de qût bikin.Em bang li hemû kesî dikin ku li dora felsefe û îdeolojiya Birêz Ocalan bên cem hev.
'Beriya 15’ê Tîrmehê darbeya sivîl mijara gotinê bû’
Hevseroka HDP’ê Fatma Kapaligoz jî got divê mirov li beriya hewldana darbeyê ya 15’ê Tebaxê binêrin û got: “Gelek berê plana ‘têkbirinê’ di dewrê de bû.Belkî ev darbe ya leşkerî bû lê beriya vê darbeya sivîl hebû. Pêşî destnedana parlamenteran rakirin. Ev plana têkbirinê ya gelê Kurd bû.”
Fatmayê destnîşan kir ku divê ya bê dîtin tecrîda i ser Abdullah Ocalane û ew ji tenduristî û jiyana wî bi fikarin. Fatmayê diyar kir ku divê gel xwedî li demokrasiyê derkevin û dakevin kolanan.
(za/hu)