Leyla Guven: Wê tora têkoşîna me berfirehtir bibe
14:10
JINHA
AMED - Hevseroka KCD'ê Leyla Guven di Civîna Lijneya Giştî ya KCD'ê de axivî balê kişand ser kampanyaya ku KJA'yê daye destpêkirin û dest nîşan kir ku jinên kurd ji bo azadiya Abdullah Ocalan dê tora têkoşîna xwe berfirehtir bikin.
Civîna Lijneya Giştî ya Serdema Navîn a Kongreya Civaka Demokratîk ku ji ber hewldana derbeyê dîroka li darxistina wê bi pêş ve hatibû xistin, li Eywana Şanoyê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, piştî axaftina hevserokên KCD'ê Hatîp Dîcle û Leyla Guven didome. Hevseroka KCD'ê Leyla Guven balê kişand ser kampanyaya ku KJA'yê daye destpêkirin û dest nîşan kir ku jinên kurd ji bo azadiya Abdullah Ocalan dê tora têkoşîna xwe berfirehtir bikin. Leylayê dest nîşan kir ku heta Abdullah Ocalan azad nebe, dê gelê kurd azad nebe û anî ziman ew ji rewş û ewleyiya Abdullah Ocalan bi şik û guman in. Leylayê balê kişand ser feraseta çapemeniyê ya bo Abdullah Ocalan û da nîşan dan ku bi vî awayî dixwazin şerê derûniyî bi pêş ve bixin.
Leylayê wiha got, "Rol û rista KCD'ê diyar e. Di bin banê KCD'yê de 59 endamên meclîsê yên daîmî, 501 endamên meclîsê yên giştî, du partiyên siyasî û sazî cih digirin. Ji ber vê yekê rol û rista me mezin e. Di pêvajoya bê de, em dê bi delegeyên xwe yî bajaran re civînan li dar bixin û em dê pergala xw bidin rûniştandin."
'Xetereya derbeyê didome'
Hevseroka Giştî ya DBP'Ê Sebehat Tûncel, diyar kir ku di serdemeke dîrokî de KCD'ê lijneya giştî li dar xistiye û dest nîşan kir ku li hemberî pêvajoyê plana ku dê xwe bide der girîng e. Sebahatê wiha axivî, "Bi hewldana derbeyê re ketina nava dewletê tune ye, desteserkirina dewletê heye. Tifaqa AKP'ê tarûmar bûye, li dijî polîtîkayên şerî têk çûye. Belkî wisa dixuyê ku derbeya leşkerî belawela bûye, lê hîn jî ev xetere didome. AKP'ê jî û Erdogan jî baş bi vê dizane."
'Em dê eniya demokrasiyê bi pêş ve bixin'
Sebahatê wiha axivî: "Em bi êrîşên ku dixwazin bêhnê biçikînin re rû bi rû ne. Tam jî di noqteya ku ew dê êrîşê bi pêş ve bixin, em dê hewldana xwe yî demorasiya herêmî bi pêş ve bixin. Pêdivî bi avahiyeke kurd ê pêşengiya vê bike heye. Her çiqas KCD'ê pêşengiya vê bike jî, wek partiyeke siyasî divê pêşengtî û berpirsiyarî peywira me be jî. Em dikarin bi hevdîtinên gel re vê pêk bînin. Divê em eniya demokrasiyê bi pêş ve bixin."
Sebahatê balê kişand ser qedexeya li Nisêbînê û got divê piştevanî û alîkariya bi gelê wir re hê zexmtir bibe û wiha got, "Li Nisêbînê berxwedaneke mezin xwe da der, bo vê divê peywira ku bike ser milê me, em wek deynekî bi cih bînin."
'Dest didin demarên me yî hêrsê'
Sebahatê anî ziman ku divê tecrîda li hember Abdullah Ocalan bi dawî bibe û wiha dirêjî da gotina xwe, "Dewlet bi zanebûnî vê polîtîkayê dimeşîne û bi vî awayî dixwaze dest bide demarên hêrsê yên gelê kurd. Diceribîne. Di merheleyeke ku baweriya wan bi hawerê wan jî nayê de, em dê çawa baweriya xwe bi wezîrê dadê bînin. Heta tecrîda li dijî Rêberê Gelê Kurd Birêz Ocalan bi dawî nebe, em dê di nêv çalakiyan de bin. Divê demildet bi CPT'i yê re hevdîtin pêk bên. Yan jî dê li Tirkiyeyê pirsgirêkên mezin xwe bidin der."
Piştî axaftinan lijne bi awayekî ji çapemeniyê re girtî didome.
(kom/rc)