Roza Metîna: Divê li çar aliyê welêt gel mil bide hev
09:15
JINHA
AMED - Nivîskar û Helbestvana Jin Roza Metîna di derbarê pêvajoşa rewşa awarte ya li welêt û tecrîta li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de nirxandin kir. Rozayê diyar kir ku hikûmeta AKP'ê welatê Tirkiyê ber bi rewşek nediyar ve dibe û got, "Gelê kurd girêdayî serokê xwe ye, dewlet jî vê yekê baş dizane. Lewra dema ku li ser serokê gelekî tecrîd hebe ev tê wê wateyî ku li ser wî gelî jî tecrîd tê meşandin. Divê ev tecrît demîldest bi dawî bibe."
Bertek û nerazîbûnên li hemberî rewşa awarte (OHAL) ku ji aliyê hikûmeta AKP'ê ve li tevahiya welêt dayî destpêkirin û tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan zêde dibin. Nivîskar û Helbestvana Jin a Kurd Roza Metîna rewşa awarte û tecrîdê nirxand û diyar kir ku AKP'ê bi OHAL'ê re welêt ber bi rêyek nediyar ve dibe. Rozayê anî ziman ku desthîlatdar û partiyên din wek di nav xeyalekî de ne û ne li ser hişê xwe tevdigerîn ji ber vê Tirkiyê di rewşek awarte ya tevlîhevî de ye.
'Kurd bi salan e di nav rewşa awarte de ne'
Rozayê destnîşan kîr ku bî salane lî Kurdsîtanê hember gelê Kurd rewşa awerte berdewam dike û wiha pêde çû, "Dema ku em li aliyê bakurê Kurdistanê dinêrin tu tiştek hatî guhertin nîne. Ji ber gelê kurd bi sed salan e ku di vê rewşa awarte de ne. Kurd bi salan e ku tên qetilkirin, revandin û bi salayê dibin tundiyek mezin de dijîn. Ji ber vê awayî jî bi rastî em nikarin ji bo kurdan bêjin rewşek awarteye. Ji ber ku kurd her tim divê rewşê de ye. Lê em dikarin vê bêjin ku gelê kurd li hemberî her tiştî amadene û li ser piyan in."
'Welêt ber bi tune bûnê ve diçe'
Rozayê got ku bivê rewşê welêt ber bi tune bûnê vê diçe ev tişt li gotina xwe zêde kir: "Tirkiyê ber bi ku ve diçê? Di serî de ev pirs bê pirsin. Di vê pêvajoyê de li ser navê cemaatê darbeyek hatiyê kirin, lê kes nizane ev darbeya çi ye! Heya niha kî pirsiye ku ev darbe ji bo çi ye kiriye? Heya niha AKP û cemaat hevbeş bûn, niha çi bû ku gihan heya darbeyê. Her çi ev darbe ji bo cemaatê hatibe destpêkirin jî di rastiya xwe de ev darbe ji bo kurdan e."
Roza li ser hevkariya AKP,CHP û MHP'ê jî ev tişt got, " Welatê Tirkiyeyê ber bi rewşek ne diyar ve tê meşandin. Dema ku em nabza gel dipîvin, gel jî nizane ku di pêşeroja wan de çi heye û dê sibê rewşek çawa derkeve pêşberî wan. Lewra gelê li Tirkiyê dijîn ketine nav rewşek tevlî hev. Dibe ku di pêşerojê de pêvajo bikeve rojek xiraptir û nava aloziyek mezintir. Lewra divê rewşa welat demîldest bê çareser kirin."
'Divê li çar aliyê welêt gel mil bide hev'
Rozayê bi lêv kir ku ji bo çareserkirina pirgireka heyî divê xebatek hevparî bê meşandin, lewra dê pêvajo 40 salek din paşve biçe û wiha pêde çû, "Eger wekhevî û xebatek hevbeş neyê destpêkirin ez ne bawarim ku ev pirgirêk bê çareser kirin. Ji ber vê yekê divê li çar aliyê welêt gel mil bide hev û vê rewşê şermezar bike.
'Gel ji bo serokê xwe bi guma ne'
Rozayê têkîldarê tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan jî wiha got, "Ocalan vîn û serokê gelê berxwedêr e. Ev bi mahan e ku bi Ocalan re tu hevdîtin pêk nayên. Gel ji bo serokê xwe bi guma ne. Dema li welatekî gel di nav gumanan de be di wê welatê de tu pêşketin çênabe û dê pêl bi pêl ber bi aloziyên mezin ve here. Ji bo pêvajoyeke sererast bê meşandin divê guman ê gel ji holê bê rakirin. Lê mixabin ku gelê kurd her tim bi gumanin û rastî gefê dewletê tên. Piştî ku tecrîda li ser serokê gelê kurd giranbû di dilê wan de tirsek, xofek û gumanek peyda dibe. Ev jî li ser çareserikirina pirgirêk û têkoşina gelê kurd bandorek neyênî dike. Gelê kurd girêdayî serokê xwe ye, Dewlet jî vê yekê baş dizane. Lewra dema ku li ser serokê gelekî tecrîd hebe ev tê wê wateyê ku li ser wî gelê jî tecrîd tê meşandin û gel bi tecrîdê tê ceza kirin. Divê ev tecrîd demîldest bi dawî bibe."
(ho/rc)