'Em sala 2017’an bikin sala azadiya Birêz Ocalan’
09:04
Bêrîtan Elyakut/JINHA
AMED- Bi pêşengiya KJA’yê bi şîara ‘Ez xwedî li serokatî, xak û azadiya xwe derdikevim’ û ‘her warek welateke’ kampanya hat destpêkirin. Parlamentera HDP’ê ya Amedê Feleknas Ucayê têkildarî kampanyayê de bang kir. Feleknasê got: “AKP li qadên mîtîngê dema behsa darvekirinan dike navê Birêz Ocalan tînin ziman.”
Bi pêşengiya KJA’yê bi şîara ‘Ez xwedî li serokatî, xak û azadiya xwe derdikevim’ û ‘ Her Warek Welatek’ kampanya hat destpêkirin. Parlamentera HDP’ê ya Amedê Feleknas Ucayê ji kampanyayê bang kir û got: “Hikûmeta AKP’ê dema li qadên mîtîngê behsa darvekirinan dike, navê Birêz Ocalan tîne ziman. Her kes divê hedê xwe bizane. Divê xeta xwe ya siyasetê bizane. Kes nekare li ser îradeya gelê Kurd siyasetê bike û em teqez desturê nadin vê. Gelê Kurd bixwaze di yek rojekê de dikare deriyê Îmraliyê bişikîne. Em hemû bi hev re tecrîdê bişikînin û ablukayan ji holê rabikin. Divê em sala 2017’an bikin sala azadiya Birêz Ocalan.”
Jinan bi pêşengiya KJA’yê di 5’ê Tebaxê de ji bo azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan starta kampanyayê da. Piştî vê çalakiyên nobetê destpêkirin û wê berdewam bikin. Feleknas Ucayê balkişand ser girîngiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan a ji bo jinan û banga piştgiriya ji bo kampanyayê kir. Feleknasê da zanîn ku divê ne li Îmraliyê di şert û mercên azad de bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re muzakere bên destpêkirin û got ger ev pêk neyê wê Tirkiye xwe ji têkçûnê xilas neke.”
‘Em ê xaka xwe bi xwe ava bikin’
Feleknasê bi lêv kir ku ev salek li Kurdistanê polîtîkayên komkujiyê tên pêkanîn û polîtîkayên hilweşandin û koçberkirinê Pêk hatine. Feleknasê wiha got: “Gelek jinan li dijî komkujiyê cenazeyên zarokên xwe bi cemidankê de weşandin. Ligel mafê miriyan, gelek maf hatin binpêkirin û qedexe hîna didomin. her wiha di encama bombebaranan de xweza hat qetiklirin. Şerê herî mezin li dijî gelê Kurd pêk hat. Me wek KJA’yê ji bo ji pêvajoyê re bibin bersiv me got ‘Em xwedî li xak, azadî û serokatiya xwe derdikevin.Emê xaka xwe bi ava bikin.”
Feleknasê destnîşan kir ku kampanyaya bi pêşengiya KJA’yê hatiye destpêkirin, wek jinan wê ji bo azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li hemû qadan çalakî û bernameyan pêk bînin. Feleknasê da zanîn ku divê hemû jin li herêma qedexe xwedî li xaka xwe derkeve û kampanyayê berdewam bike.”
'Ji bo jinan Birêz Ocalan xeta sor e’
Feleknasê di berdewamiyê de diyar kir ku azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan çareseriya pirsgirêkên Tirkiyeyê ye û ev tişt anîn ziman: “Her tehdîd û şaşiya li dijî ewlehî û tenduristiya wî, wê zirarê bide têkiliyên Kurd û Tirkan. Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan azadiya jinane. Ger paradîgmaya azadiyê ya jinan a wî tinebûna wê ji wek kole bihata dîtin. Ji ber vê Birêz Ocalan ji bo jinan xeta sore.”
(hu)