Xwedî hesabê ku gotibû Hurşît hatiyê girtin hat girtin

14:20

JINHA

ENQERE - Kesê bi navê Murat Şaşmaz li ser hesabê twîtterê binçavkirina Hurşît Kulter piştrast kiribû û piştî Murat hat girtin, HDP'ê rewşa Hurşît Kulter ê ev 77 roj in tu agahî jê nayê girtin pirsî.

Parlamentera HDP'ê ya Şirnexê Aycan Îrmez bi pêşnûme pirsa da meclisê aqûbeta Rêveberê DBP'a Şirnexê Hurşît Kulter ê ji 27'ê Gulanê vir ve tu agahî jê nayê girtin pirsî. Di pêşnûmeyê de hat gotin ku hesabê tiwîtterê yê bi navê "BOF @Tweet_Guneydogu" ji hêla Murat Şaşmaz ve hatiye bi karanîn û ji ber ev kes aşkera bûye, ji ber nelêrêtiyê hatiye girtin.

Aycan ji bo bersivandinê ev pirs ji Wezîr Ala kir:

* Ev kesê hatiye binçavkirin kî ye? Têkiliya wî ya bi hêzên girêdayî Wezareta Edaletê re çîye?

* Der barê Hurşît Kulter de ji kesê bi navê Murat Şaşmaz pirs hatine pirsîn?

* Bi mehan e civaka ku rewşa Hurşît Kulter meraq dike, der barê Kulter de tu pirs ji vî kesî hatine kirin?

* Kesekî girêdayî Wezareta Navxwyî çi têkiliya wî bi hesabekî kontrayî re heye? Der barê vê mijarê de lêpirsîn hatiye destpêkirin?

* Di serî de di qada twîtterê û mecrayên din ên civakî de hesabên bi vî rengî hene. Di qada neteweyî de heta niha gelek malper hatin girtin û hesab hatin astengkirin, bi mehan e ev hesabên ku şidet, îşkence û wêneyên kesên mirî parve dikin çima li hemberî wan bêdeng dimînin?

(kom/rc)