Fîgen: Dê Rojava ji bo têkoşîna gelan bibe ronahî

16:03

JINHA

WAN - Hevseroka HDP'ê Fîgen Yuksekdag li Wanê bi partiyan re axivî û bal kişand ser hefkariya AKP-CHP-MHP'ê û diyar kir ku dê ev hevkarî dirêj nejo. Yuksekdag got "Ji bo em hêj mezintirîn qazanc bikin, divê em têkoşînê mezin bikin."

Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Fîgen Yuksekdag li Wanê bi rêxistinên navçe û bajaran re hat gel hev, der barê geşedanên dawî û polîtîkaya pêşerojê de agahî da partiyan. Civîna li Salona Konferansê ya VATSO'yê pêk hat de, Fîgen da zanîn pêvajoya pêş ji bo gelê kurd, Rojhilata Navîn, gel û kedkaran pêvajoyeke girîng be.


Fîgen destnîşan kir ku hevkariya ji hêla AKP û Qesrê ve hatiye avakirin emrê wê ne zêde dirêj e û aşkera kir ku hevkariya di navbera AKP û "FETO" de veguheriye karesatê. Fîgen anî ziman ku hevkariya di salên borî di navbera AKP'ê û aliyên netewperest de hatiye avakirin, li berxwedana xwerêveberiyên cewherî qelibî ye, ji ber vê desthilatdarî tengijîna bê pêşeroj dijî. Fîgen bi lêv kir ku AKP û Qesir krîza desthilatdariyê dijîn û bi derbeya 15'ê Tîrmehê re ji qada siyaseta demokratîk bi tevahî dûr ketiye û ev krîz hêj derbas nebû ye.

'Şansê koalîsyona AKP-CHP-MHP'ê tune'

Fîgen piştrast kir ku şerê qirêj ê ku saleke tê meşandin berdewam dike, bi vê rêbazê ne pêkan e ku ev derbe ji holê bê rakirin. Fîgen destnîşan kir ku hewldana derbeyê ji ber koalîsyona desthilatdariya AKP'ê pêk hatiye û wiha pêde çû: "Niha daxwazên gelên me tune tên hesibandin. Ev koalîsyona CHP-AKP-MHP'ê tu şansê xwe tune. Bi şova ku pêk tînin çiqasî riziyayî ne radixin ber çavan. Di nava vê lîçoqê de HDP wekî kulîlekekî vedibe. HDP di jiyana azad û siyaseta alternatîf de yekane rê ye. HDP tekane partiya muxalîf a Tirkiyeyê ye.

'Dê berxwedan bo hemû gelê me bibe hêvî'

Fîgen diyar kir ku li dijî pergala heyî ya rizandî û pişirandî, bes alternatîfek heye ku ew jî HDP bi xwe ye û got, wan di salekê de gellek destkeftiyên mezin bi dest xistine. Fîgen ragihand ku wan div ê pêvajoyê de windayiyên mezin jî dane, lê wan hesabdayîneke dîrokî jî li salekê zêde kirine û wiha berdewam kir: "Li Tirkiyeyê wek alternatîf HDP tenê heye. Lê belê di têkoşîna dîrokî ya salekê d, di warê pêdiviyan de em kêm man. Niha tam wextê wê ye ku em wan kêmaniyan ji holê rakin. Bi awayekî hîn organîzetir divê em bi ser kevin. Bi awayekî şexsî an jî kollektîf, mîsyon çi dibe bila bibe peywira ku dîrok û gel li me bar kriiye beriya her tiştî tê. Ji bo em hêj mezintirîn qezenc bikinî divê em zêdetirîn li ber xwe bidin. Bes ne ji bo gelê kurd tenê, em mecbûr in bo hemû gelên bindest vê bikin. Ji bo jinan, bindestan, kedkar û elewiyan êdî wext hatiye. Em li şêmûga biserketin an jî têkçûyînê ne."

'Minbica azad, Sûriyeya azad e'

Fîgen balê kişand ser azadkirina Minbicê jî û wiha axivî: "Minbica azad, Sûriyeya azad, Tirkiyeya azad û Kurdistana azad e. Ev bo me meşeke dîrokî ye. Minbic, wek serkeftineke biratiyan gelan di dîrokê de cihê xwe girt. Dê Rojava bo jiyanek nû û pêaknîna bernameyeyke siyasî ya nû ye. Dê Rojava bo têkoşîna hemû gelên cîhanê bibe ronahî."

Fîgen balê kişand ser dorpêçkirinênd awî yên li Wanê jî û dest nîşan kir ku li Wanê şerekî taybet tê meşandin û ew mecbûrin vê bişikînin.

Dawiyê civîn bo çapemeniyê girtî berdewam kir.

(zt)