Çaglar Demîrel: Bi qanûna torbeyê re îradeya gel tê xespkirin

09:11

Bêrîtan Elyakut-Sarya Gözüoğlu/JINHA

AMED- ‘Qanûna Torbe’ ya rê li ber tayînkirina kayyuma şaredariyan vedike û hemû rayeyan di destê wezareta karê hundir deberhev dike, di komîsyonên binî de derbas bûn. Wekîla seroka Koma HDP’ê Çaglar Demîrelê diyarkir ku ev pêşnûme li dijî xespkirina îradeya gele û wiha got: “Em hikûmetê hişyar dikin. Ger hun her qada ku gel lê dijî xesp bikin, wê ev şûnde vegerin we.”

‘Qanûna Tobe’ ya di komîsyona Butçeya Plana Meclîsê de hat nîqaşkirin û rê li ber tayînakirina kayyumê ya şaredariyan vedike, ji aliyê komîsyonên binî ve hat qebûlkirin. Di 16’ê Tebaxê de wê pêşkêşî meclîs3e bê kirin û wê rayeyê bide Wezareta karê Hundir ku dest bide her malê saziyan. Li qadên sît wê bê destur înşat bêçêkirin. Bi hinceta piştgiriya terorê, di rewşa ku ev pêşnûme bê qebûlkirin de wê wezareta karê hundir hemû rayeyan bigire destê xwe.

'Xespa li dijî îradey gel e’

Seroka wekîla koma HDP’ê Çaglar Demîrelê têkildarî mijarê de nirxandin kir û got: “Em pêvajoyeke ku dest didin hemû mal û şaredariyên me. Di tayînkirina kayyumê tenê şaredar ji peywirê nayên girtin. Ev xespkiria îradeya gelekî ye.”

'Divê refleksek xurt bê nîşan dan’

Çaglarê bi lêv kir ku feraseteke ku demokrasiya herêmî tine dihesibîn eû bi tevahî tasfiye dike mijara gotinê ye û got: “Li dijî daxwaza rêveberiya Kurdan, bi girtin, binçavkirin û ji peywir girtinê bersiv dan. AKP îro jî pêvajoyeke nû ya dij demokratîk dest dide ser şaredariyên me ferz dike. Ji ber vê divê li dijî vê divê refleksek xurt bê nîşan dan.”

‘Îro li Wanê sibê li Îzmîrê’

Çaglarê got bi vê qanûna torbeyê dixwazin îradeya gel tine bikin û got şaredariyênDBP’ê hedef hatine nîşan dan û wiha pê de çû: “Divê hemû rayagiştî bibîne ku hedefa AKP’ê hemû şaredarîne û got: “AKP wê CHP û MHP’ê jî bigire nava xwe. Îro li Amedê, Wanê, Mêrdîn û Şirnexê pêk tê. Sibê wê li Îzmîr û Mersînê pêk bê. Garantiya vê nîne. Divê ev bê dîtin.
Çaglarê di berdewamiyê de destnîşan kir ku gelê Kurd wê desteserkirina şaredariyan qebûl neke û got: “Di 14’ê Tîrmehê de biryara destnedana leşkerna hat dayîn. Me di destnedana parlamenteran de gotibû, hun destnedana parlamenteran radikin ya leşkeran tînin. Me got wê sibê ew vegerin we. Bêguman wisa jî bû. em hikûmetê hişyar dikin. hun qadên jiyanê yên gel dagir bikin wê ew vegerin we.”

Li gorî xalên di qanûna torbeyê de cih digirin;

-Şaredar, wekîlên şaredar û endamên meclîsa şaredariyê bi sedema alîkariyê didin ‘ teror û rêxistinên terorê’ wê ji peywirê bên durxistin.
-Wezareta karê hundir bi hinceta ewlehiyê wê dest bide ser hemû malên sazî û dezgehan.
- Di bûyerê şîdetê de ziara ku hatine kirin, wê walîtî vê xizmetê bide saziyan. Pereyê vê xizmetê wê ji şaredariyan biçe.”

(hu/hu)