Gultan Kişanak: Ev qanûn, qanûna Delî Dumrule

14:26

JINHA

AMED – Hevşaredara Bajarê Mezina Amedê Gultan Kişanakê têkildarî qanûna torbeyê ya derbarê destdanîna ser (kayyum) şaredariyên DBP’ê de axivî û got ev qanûn bi tevahî qanûna ‘Delî Dumrule’ û got: “Ev qanûn qanûna ez çi bixwazim dikime. Qanûna ‘ez demokrasiya herêmî tasfiye dike me’.” Sebahat Tuncelê jî hikûmet hişyar kir û got di rewşa ku pêşnûmeqanûn bê ava kirin de wê Tirkiye bikeve kaosê.

Têkildarî Qanûna Destdanîna Ser Şaredariyan (Kayyum) de Hevseroka Giştî ya DBP’ê Sebahat Tuncel, Hevaşaredara Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli, hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş li ber şaredariya Mezin daxuyaniyek da. Welatiyan û endamên meclîsên şaredariyê piştgirî dan daxuyaniyê. Gultan Kişanak di daxuyaniyê de axivî, hikûmet hişyar kir û got: “Niha her tiştî dikin vê tobeyê. Gelek xalên ji demokrasiyê derin hatine veşartin. Tê xwestin ku şaredariyên ji aliyê gel ve hatine hilbijrtin rabikin. Ji xwe heta niha we ev dikir. Heta niha gelek hevşaredar û encamên meclîsê ji peywirê hatin girtin. Bi vê qanûnê re dixwazin bi tevahî hevşaredaran tasfiye bikin. Memurên tên tayînkirin ger bixwazin wê meclîs bicivin. Ev raste raste desteserkirina şaredariyane. Ev êrîşa li dijî demokrasiya herêmiye.”

Gultanê di Destura Binggehîn de mafê hilbijartinê bibîr xist û got: “Mafê gelê Amed, Gever, Şirnex û Nisêbînê jî heye. Ev mafên xwe bikaranîn. Nirxa kesên hun tayîn bikin tine. Di destura bingehîn de dibêje serdestiya netewê ya gele. Ger Amed, Colemêrg û Mêrdîn ne ji van be bila derkevin bêjin.”

'Ev qanûna qanûna Delî Dumrule’

Gultanê bi lêv kir ku ew bi qanûneke ku hemû derfetên herêmî yên di mijara Sûr û Hevselê de radikin re rû bi rû ne û got: “Restorasyon û gelek tişt ji dest hatine girtin. Ev qanûn bi tevahî qanûna Delî Dumrule. Ev qanûn, qanûna ez dikarim her tiştî bikim e. Ev qanûn, qanûna ez dikarim demokrasiya herêmî tasfiye bikeme. Divê demildest şûnde vekişe. Wê encamên wê gelek giranbe. Qaşoli dijî darbeyê ne. Gelê Kurd tine. Gelê Kurd tine dihesibînin.”

Sebahat:Ev qanûn ji bo me tine

Hevseroka Giştî ya DBP’ê Sebahat Tuncel jî axivî got ev qanûn derkeve jî dernekeve jî jib o me tine û got : “em vê qanûnê heyî nahesibînin. Li dijî vê qanûnên rawestîn ji bo azadiyan divê pêk bê. Li hemû cîhanê pevçûn hatine jiyîn. Rêya vê çareserî û diyaloge. Divê rêbazên demokratîk bikevin dewrê. Dema rewşek wisa tinebe pevçûn çêdibe. Dewlet dibêje ezê bi zorê pirsgirêka Kurd çareser bikim. Lê xwe dixapîne. Ev tenê krîzê kur dike.”

'Ev qanûn wê welat bibe kaosê’

Sebahatê di berdewamiya axaftina xwe de got ew bang li AKP’ê dikin ku bi plana têkbirinê hun nekarin pirsgirêka Kurd çareser bikin û got ev ancax welat dibe kaosê.

‘Ger we gel cidî bigirta wê ev nebûna’

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş têkildarî tayînkirinên kayyumê de nirxandin kir û got: “Bendewariya me eve ku ev qanûna ji Lijne Giştî ya meclîsê bê kişandin û lê em dizanin ku desthilatdariyeke ku wijdan, ahlaqê siyeta wê têk çûye li pêş me heye. Em her ku pêşniyaran ji bo başiya vî welatî dikin, ji ber ji aliyê HDP û DBP’ê kirin ew gûhê xwe digirin. Dema wan her kes di bin navê KCK’ê de xistin hundir, me got wê rojekê we jî bigirin. Lê wê demê hikûmetê digot ‘dewleta paralel KCK ye.’ Roj derbas bû dewran geriya kî çiye derket holê.

Selahattîn got ew careke din li ser rastiyên dîrokî disekinin û got: “bi awayî fîîlî ne mumkune hun îradeya gel xesp bikin. Hejmara tiliyên we têr bike jî hun nekarin vê bidin xebitandin. Em bang li şaredar, xebatkarên şaredariyê, sendîka, baro û rêxistinên civaka sivîl dikin. Em bang li gel dikin kayyumên memuran tayîn dikin nas nekin. Gel wê wan nede xebitandin.”

(kom/hu)