Çaglar Demîrel: OHAL destpêkê li Îmraliyê xistin dewrê

09:58

Bêrîtan Elyakut/JINHA

AMED –Wekîla seroka Koma HDP’ê Çaglar Demîrelê got pêkanînên destpêkê yên OHAL’ê divê li darbekaran pêk bihata û got OHAL destpêkê li Îmraliyê ketiye dewrê û wiha got: “AKP û Erdogan deriyên girava Îmraliyê venakin û sedema wê jî eve ku ji peyama aştiyê ya Birêz Ocalan ditirsin.”

Wekîla Seroka Koma HDP’ê Çaglar Demîrelê têkildarî polîtîkayên şer yên li Kurdistanê û tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan nirxand. Çaglarê diyar kir ku ev saleke li Tirkiyeyê darbeyek sivîl mijara gotinê ye û got: “Di serî de li gelê Kurd hemû kesên demokrasiyê dixwazin projeyek qirkirinê dixin jiyanê. Bi sala 2016’an re dewlet û hikûmeta AKP’ê li dijî gelê Kurd û kesên demokrasiyê dixwazin nêzîkatiyek faşîzan nîşan didin.”
'Li dijî berxwedanê plana rizandinê têk çû’
Çaglarê got sala 2016’an wek beriya Hezîran û piştî Hezîranê dinirxîne û got şerê li Kurdistanê hatiye jiyîn bi biryara MGK’ê ya 2014’an ji aliyê hikûmeta AKP’ê ve xistine jiyanê. Çaglarê got di bin navê plana rizandinê de li dijî Kurdan proje hatiye amadekirin û got: “Li dijî berxwedana gelê Kurd plana rizandinê têk çû. Di 15’ê Tîrmehê hewldana darbeyê de TBMM hat bombebarankirin. Yên ku heta duh AKP’ê wek leheng îlan dikir, îro darbekar hatin Îlankirin. Divê ev baş bê nirxandin. Em vê darbeyê wekê li dijî demokrasî û daxwaza azadiyê pêk hatiye dinirxînin. Divê ev hem darbeya sivîl û hem jî darbeya leşkerî bê dîtin.”

'Ji 8’ê Hezîranê de OHAL tê jiyîn’
Çaglarê bi lêv kri ku ev darbe şîdeta mêre û got di 15’ê Tîrmehê de mînaka dareya navenda siyaseta mêr jiyane. Çaglarê got Enqereyê dikarîbû pêşî li darbeyê bigirta û got: “Zîhniyeta mêr ji darbe û şer wêdetir rê nizane. Ji 8’ê Hezîranê û vir de rejîma OHAL’ê tê jiyîn. Me li Cizîr, Sûr û Nisêbînê têkoşînek mezin meşand.”
Çaglarê da zanîn ku ji bo aştiyê divê ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan agahî bê girtin û got ji bo aştiyê divê Birêz Ocalan bigihêje azadiya xwe. Çaglarê di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku ger azadiya Birêz Ocalan pêk neyê wê şer gûr bibe.