Sebahat Tuncel: Dixwazin şerê navxweyî bidin despêkirin
11:14
Bêrîtan Elyakut / JINHA
AMED – Hevseroka Giştiya DBP’ê Sebahat Tuncel, komkujiya Dîlokê û helwesta hikumetê li beramberî komkujiyê nirxand. Sebahat diyar kir ku yên komkujiya Dîlokê kirin Tirkiye û azadiya gelên Tirkiyê naxwazin û hewildidin şerê navxweyî li Tirkiyê bidin despêkirin
Di êrîşa bombayi ya ku çeteyên DAIŞ’ê ser salonek dawetê ya Dîlokê kirin bi dehan kesan jiyana xwe ji dest dan gelek welatî jî birîndarbûn. Hevseroka Giştiya DBP’ê Sebahat Tuncel piştî êrîşê îstifa nekirina rayedaran nirxand. Sebahat komkujî şermezar kir û diyar kir ku komkujiyek wiha bi destê zarokek 13 salî kirin êrîşek li hember pêşerojêye. Sebahat da zanîn ku dê piştî komkujiya Dîlokê êdî tiştek weke berê neçe û anî ziman ku di kêliyên kêfxweşiyê de komkujiyên wiha kirin hêviyên pêşerojê diqedîne.
‘Ev êrîşek ser deskeftiyên kurdan hatiye kirine’
Sebahat bilêv kir ku di ziyareta duh de dem dem pirsên weke ‘Ma dê her kurd bimirin?’ bihistiye. Sebahat destnîşan kir ku êrîşa Dîlokê ser deskeftiyên gelê kurd hatiye kirin û wiha domand: “Êrîşa hatî kirin li hember deskeftiyên gelê kurd ên li Rojava û berxwedana ku li hember çeteyên DAIŞ’ê tê dayine. Ev êrîş li hember deklarasyona KCK’ê û daxwazên aştiyêbûye. Divê weke berdewama plana helandinê bê destgirtin. Piştî komkujiya Enqerê rê li pêşiya amadekariyên komkujiyek wiha negirtin pirsgirêkek cidiye.”
(zt)