Leyla Guven: Di vê pêvajoyê de deklarasyon firsendek dîrokiye
10:41
Hulya Okalîn/JINHA
AMED – Hevseroka KCD’ê Leyla Guven deklarasyona ku ji aliyê KCK’ê hate weşandin, nirxand û diyar kir ku ji bo çeteyên wek DAIŞ’ê li Kurdistan û Tirkiyeyê zêdetir nebin divê deklarasyon baş bê nirxandin û got ku , divê pêvajoyê de deklarasyon firsendek dîrokiye.
Koma Civakên Kurdistanê (KCK) ji bo çareserî û diyalogake bingehîn û çareseriyeke demokratîk pêk bê, deklarasyonek aşkera kir. Hevseroka Kongireya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven deklarasyona ku ji aliyê KCK’ê hate weşandin, nirxand. Leylayê diyar kir ku deklarasyon ji bo çareserkirina pirsgîrêka Kurdistan û Tirkiyê gavek dîrokî ye.
Leylayê li ser giringiya deklarasyonê rawestiya û wiha got: “Pirgirêka gelê kurd her ku diçe kurtir dibe û bi tu awayî nayê çareser kirin. Di berê de jî pêvajoya çareserkirina pirgirêka gelê kurd ji aliyê Rêberê Gelê kurd Abdullah Ocalan ve hat destpêkirin. Lê çibû? Li şuna ku ev pêvajo bi erênî berdewam bike, ji aliyê hikûmeta AKP’ê û Serokomerê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan ve hat xirab kirin. Piştre li Kurdistan û Tirkiyeyê pêvajoya şer destpêkir. Li welêt her roj bombe diteqîn û mirin çêdibin. Li welêt tu carî ew qas mirin çênebûne. Tirkiye di nav aloziyek mezin de ye. Hewldana darbeye jî nîşaneya vê pirsgikera heyî ye. Lewra divê banga deklarasyonê baş bê nirxandin.”
‘Divê hikûmet deklarasyonê baş binirxine’
Leylayê daxuyand ku li Tirkiyê pîrgirêkên bingehîn hene û ev pirgirkên ancax bi çareseriyeke demokratik çareser bibe û wiha domand: “Di daxuyaniya deklarasyonê de gelek xalên balkêş hene. Li Tirkiyê gelek pirgirêkên mezin hene. Mînak her roj li Kurdistan û Tirkiyê êrîşên bombeyi pêk tên û di nav de sivîl jî heyî bi sedan kes jiyana xwe ji dest didin. Di vê rewşê de KCK’ê daxuyaniya dekarasyonê da û di daxuyaniya xwe de bi berfirehî got ku, eger dewlata tirk ji bo çareseriyekî bingehîn dil bike, bila di serî de rewşa Ocalan û pirgirêka gele kurd çareser bike. Wê deme ew jî amadene ku dest bi pêvajoyek bingehîn bikin û bi hikûmetê re hevdîtin pêk binin. Lewra ev banga deklarasyonê gelek gîring e û divê hikûmet vê firsendê baş binirxine.”
‘Ocalan hikûmeta tirk hişyarkiribû’
Leylayê bal kişand li ser tecrîta girankirî ya li hember Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û got ku ji bo pêvajoyeke nû û bingehîn divê rewşa Abdullah Ocalan bê çareserkirin û wiha pê de çû: “Abdullah Ocalan berî 3 salan dewlata tirk hişyar kir û gotibû eger pirgirêkên nav xwe çareser nekin dê ev darbe çêbe. Lê hikûma AKP’ê çawa tevgeriya muzakereyên ku hatin destpêkirin qeliband. Niha jî tiştên ku Ocalan got li Tirkiyê yek bi yek diqewîme. Ji ber vê yeke hikûmet denge Ocalan qut dike û tecritê giran dike.”
‘Hikûmet tu carî guh neda PKK û KCK’ê’
Leylayê anî ziman ku li erdnîgariya Kurdistan û Tirkiyê gelek civak, bawerî û çand bi hev re dijîn û wiha pêl da axaftina xwe: "Ji ber vê yekê tiştên ku li welêt diqewîmî li ser civakê gelek bandor dike û ji hikûmetê dur dikevin. "Leylayê destnîşan kir ku eger hikûmet bersîva deklarasyonê nede dê sibê çeteyên wek DAIŞ’ê zêdetir bibin. Leylayê di berdewamiya axaftina xwe de got ku pirgireka gelê kurd ev 40 sal e heye û kurd Ji bo çareseriyê li ber xwe didin û dewlet bi dijminatî nêz dibe. Her wiha agirbestên ku PKK’ê di demên borî de îlan kiribû, jî bibir xist û li ser xemsariya dewleta tirk a li hemberî agirbestan jî ev tişt got: “Hikûmet tu carî guh neda PKK û KCK’ê. Lewra her tim winda kir. Tirkiyê bivê nezikatiya xwe gelek tiştan winda kir û dê windatir jî bike. Ji ber vê yekê deklarasyona KCK’ê gelek girg e û firsendek e mezin e.”
Leylayê anî ziman ku eger hikumet bixwaze çareseriyek mayinde çê bike divê hişmendiya xwe ya dijminatiyê biguhere. Hişmendiyekî biratî û wekheviyê pêk bîne. Divê daxwaza kurdan ya xweriya demokratik bi cih bîne. Divê hikûmet ji xweseriyê ne tirse û êrîş neke. Eger ev hişmendiya dijminetiyê ji holê rabe û bi Ocalan re hevdîtinê pêk bine. Wê demê tiştek li holê namîne.”
(rc)