'Yekane berpirsê komkujiya Dîlokê desthilatdariya AKP’ê ye’
09:09
Fîlîz Zeyrek/JINHA
DÎLOK – Berdevkara Meclîsa Jinan û Parlamentera HDP’ê ya Sêrtê Besîme Koncayê têkildarî komkujiya Dîlokê ya li dijî Kurdan pêk hat de axivî û got: “Pêkhatina komkujiya Dîlokê di îdianameya komkujiya Enqereyê de derbas bibû. Wek komkujiyên din, berpirsê vê komkujiyê jî destilatdariya AKP’ê a ya ku DAIŞ li serê vî welatî kiriye bela ye.”
Di komkujiya Dîlokê de ya li dijî daweteke malbata Kurdan pêk hatibû de 58 kes ku piranî jê zarok bûn hatin qetilkirin. Gelek kes jî birîndar bûn. Parlamentera Sêrtê ya HDP’ê û berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Besîme Koncayê jî got komkujî sûcê mirovahiyê ye.
Besîmeyê bi lêv kir ku di îdianameya komkujiya Enqereyê de agahiyên têkildarî ku wê li dijî dawetê Kurdan êrîş pêk bên, cih girtibûn û ji ber tedbîr nehatiye girtin, tê wateya ku li dijî van êrîşan temaşevan mane.
Besîmeyê destenîşan kir ku wê gel ji vir şûnde li dijî êrîşên DAIŞ’ê tedbîrên xwe bigirin û got: “Dîlok bûye hêlîna DAIŞ’ê. Her kes dizane ku dewlet piştgiriyê dide DAIŞ’ê. Tevî ku ev tê zanîn tedbîr nayên girtin. Em vê komkujiyê şermezar dikin. “
Besîmeyê çapemeniya alîgir jî rexne kir û got helwesta wan ya piştî komkujiyê dijminahiya li dijî gelê Kurd careke din nîşan daye.
(rt/hu)