'Êrîş nekarin yekitiya Neteweya Demokratîk xera bikin’

09:13

Ruken Dêrîk/JINHA

DÊRIK- Hevseroka Kantona Cizîrê Hêfa Erebo diyar kir ku tifaqên li dijî pergala federal a demokratîk ya li Rojava pêş ketiye, wek êrîşa li dijî îradeya gelan digirin dest û got: “Projeya me ya Netewa Demokatîk li vir ji aliyê hemû gelan ve hatiye qebûlkirin û xwedî lê derketine. Divê Tirkiye û Sûriye vê baş bizane ku pergala me ne yekitiyeke ku bi êrîşan bê xerakirinê ye.”

Piştî Mînbîc ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hat paqijkirin şûnde hêzên rejîma Sûriyeyê û çeteyên paramîlîter êrîşên Hesekê kirin. Piştî li hemberî YPG û hêzên Asayîşê operasyon hat destpêkirin şûnde êrîşan hefteyekê berdewam kir û duh êvarê agirbest pêk hat. Vê carê duh serê sibê li Cerablusê bi îdiaya ku DAIŞ tê paqijkirin, Tirkiye jî din av de operasyonek hat destpêkirin.

Hevseroka Kandona Cizîrê Hêfa Erebo balkişand ser êrîşên li ser qezencên gel û tifaqan û got: “Ev di heman demê de tengasiya rejîmê ya li dijî qezencên me nîşan dide. serkeftina Mînbîncê nayê qebûlkirin. Tê xwetsin ku serkeftina Hêzên Demokratîk a Sûriyeyê bê têk birin. Li dijî çeteyên DAIŞ’ê û hêzên tarî yên Rojava, di salên dawî de bi berxwedaneke mezin serkeftinên mezin hatin bidestxistin. Rejîmê ji roja ewil de rêxistinbûn û xwe rêvebirina bi îradeya xwe a gelan qebûl nekir. Piştî Pergala Federal a Demokratîk ya Bakurê Sûriyeyê bû sazî şûnde bi hêzên din re êrîş li dijî me pêk anîn.”

‘Modela me nekare bi êrîşan bê hilweşandin’

Hêyfayê diyar kir ku dewletên ku berê ji ber ti sedemê nedihatin cem hev li dijî qezencan tifaq ava kirine û got: “Îran, Suriye û Tirkiyeyê di demên dawî de li dijî qezencên gelê Rojava ketin nava tifaqê. Dewleta Tirk ya berê bi ti awayî hebûna Esad nas nedikir, li dijî pêşketinên li Rojava, bi dewleta Sûriyê re ket nava hevkariyê. Lê divê Suriye jî û Tirkiye jî vê baş bizane ku yekitiya me bi van êrîşan nekare bê xerakirin.

'Emê li dijî êrîşan bêdeng nemînin’

Hêyfayê bi lêv kir ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi salan li Rojava maye û çavkaniya projeya neteweya demokratîk Abdullah Ocalane û got: “Emê li dijî êrîşan bêdeng nemînin. Li Rojava di esasa xweseriya demokratîk de bi pergala federal re rastiya civakek ku bi îradeya xwe xwe rêxistinkirî heye. Divê pergala rêxistinkirinê de hemû gel îradeya xwe temsîl dike. Dewleta Sûrî li dijî me cih digire û ev jî tê wateya kul i cem dewleta Tirk û Îranê cih digire. Di teqînên li kantona Cizîrê de derket holê ku tiliya delweta Sûrî heye. Dewlet ji bo xwe ji nûve wek hêz nîşan bide bi dewleta Tirk û çeteyên DAIŞ’ê re ket nava hevkariyê. Em bawer dikin ku para piştgiriyeke navneteweyî jî heye. Ev demeke endamên komunan, gelê sivîl û endamên me yên asayîtê tên girtin û dewlet îşkencê lê dike. Gel tehdîd dike ku biçin leşkeriyê. Ev hemû xwe li Hesekê dan der.”

'Em di pergala demokatîk de bi israrin’

Hêyfayê anî ziman ku li Rojava geşedanên girîng tên jiyîn û got: “Her ku plan û projeyên me şênber dibin, hêzên dijberî me eniyên xwe xurt dikin. Di demek ku modele pergala demokratîk şênber bû de Mînbînc hat azadkirin. Me jî got em heta kantona Efrînê xaka xwe ji çeteyan paqij dikin. ev nayê wateya parçekirina Sûriyê. Lê tê dîtin ku hêzên herêmê û dewletên derdora me vê wek tehdîd dibînin. Hemû gelan projeya me qebûl kir û xwedî lê derket. Di esasa êrîşan de neqebûlkirin heye. Em di pergala demokratîk de bi israrin.”

'Dewlet ji bo gelan ne çareseriye’

Hêyfayê bi lêv kir ku li Rojhilata Navîn pergala dewletê dema xwe tije kiriye û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Serhildanên bi Tunusê re destpêkirin îro nîşan dide ku pergala dewletê ji bo gelan ne çareseriye. Li Hesekê gelê Kurd, Ereb, Suryanî di nav berxwedanek mezin de ne û helwesta xwe li dijî delwetê danîne holê. Dema balafiran li Hesekê xist yên şehîd ketin ji nava gel bûn. Ji ber vê jî ev êrîş berjewendiyên gel naparêzin. Ji ber vê emê di berxwedana xwe de bi israr bin.”

(gc\hu)