Figen Yuksekdag: Tenê hêza me nirxên me ne

16:55

JINHA

STENBOL – Hevseroka HDP’ê Figen Yuksekdag di ziyareta Dergeha Garip Dede a elewiyan ku rastî êrîşê hatibû de diyar kir ku feraseta deweltê ya baweriya yekperest rê li pêş vê êrîşê vekiriye û got: “Weke hêzên deshilat çekên me nîne, tenê hêza me nirxên me ne.”

Hevberdevka HDK'ê Gulistan Kiliç Koçyigit, Hevseroka HDP'ê Figen Yuksekdag û Hevseroka DBP'ê Sebahat Tuncel, Dergaha Garip Dede ya li Kuçukçekmeceyê hefteyek berê rastî êrîşê hat ziyaret kir. Hevserokan ewil Gora Garip Dede ziyaret kir. Li vir Hevseroka Giştî ya HDP'ê Figen Yuksekdag êrîş şermezar kir.

Figen, diyar kir ku feraseta deweltê ya baweriya yekperest rê li pêş vê êrîşê vekiriye. Figen, anî ziman ku ji bo van êrîşan belav bikin divê bê navber têkoşîna xwe bilind bikin û wiha domand: “Weke hêzên deshilat çekên me nîne, tenê hêza me nirxên me ne.”

Di ziyaretê de Hevseroka Giştî ya DBP'ê Sebahat Tuncel jî anî ziman ku kesên dixwazin di navbera mezheban de şer derxin bi taybet hewl didin aloziyan bikin û wiha got: "Divê her kes vê êrîşê li hemberî xwe bigire dest.”

Hevberdevka HDK'ê Gulistan Kiliç Koçyiğit bal kişand ser komkujiyên li ser elewiyan û wiha got: "Ji ber êrîşên li dijî elewiyan ên erê nehatin ronîkirin êv êrîş pêk hatin. Koçyigit, bagn li her kesî kir û xwest têkoşîna xwe bêtirbilind bikin.”

Hevserok piştre çûn Nobeta ji bo Rojnameger Asli Erdogan hatiye destpêkirin ziyaret kirin.

(zt)