Çaglar Demîrel:Siyaseta Kurd di asta biryarek girîng de ye

09:03

Bêrîtan Elyakut/JINHA

AMED – Wekîla seroka koma HDP’ê Çaglar Demîrelê diyar kir ku piştî deklerasyona çareseriyê ya KCK’ê wek partiyasî siyasî û sazî wê di 31’ ê Tebaxê de nîqaşên girîng bimeşînin û wê bi rayagiştî re parve bikin û got: “Emê biryarên girîng bigirin. Divê hemû hêzên demokrasiyê rol û mîsyona xwe bilîze.Emê tiştên pêwist ya di pêvajoya pêş de ji rayagiştî ya Tirkiyeyê re ragihînin.”

Piştî deklerasyona çareseriya KCK’ê, HDP, DBP, KJA, KCD û HDK wê di 31’ê Tebaxê roja çarşemê li Amedê bên cem hev û di encama nîqaşên bimeşînin de biyarên girîng wê bigirin. Li ber avahiya KCD’ê saet di 17.00’an de wê daxuyaniyek hevpar bidin û ji rayagiştî re aşkera bikin.

Wekîla seroka koma HDP’ê Çaglar Demîrelî têkildarî mijarê de axivî û got di pêvajoyek wisa de daxuyaniya KCK’ê gelek girînge û got daxuyaniya hatiye dayîn di vê pêvajoya ku şer gûr bûye de divê baldar bê girtin û di esasa KCK’ê de ji bo çareseriyê divê her kes bikeve nava tevgerê.

‘Ji krîzê rizgar bûn muzakereye’

Çaglarê bi lêv kir ku di vê pêvajoyê de peywir dikeve ser milê saziyên civaka sivîl û partiyên siyasî û got: “Ji bo Tirkiye ji krîzê derkeve yekane rê çareserî û muzakereye.HDP, DBP, KJA, HDK û KCD’ê berê jî deklerasyonek hevpar weşandibûn. Ji bo pêşketin çareserî, rewşa rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, OHAl û gelek mijarên din de emê deklerasyoneke girîng bikin. Piştî nîqaşên pêkhateyan emê daxuyaniyek bidin. Daxuyaniyên wisa yên dîrokîne. Emê biryarên girîng bidin. Ji rayagiştî re jî parve bikin.”

Çaglarê destnîşan kir ku piştî hilbijartina 7’ê Hezîranê şûnde li ser xaka Kurdistanê şer hatiye destpêkirin û tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan girantir bûye û ev jî ji polîtîkayên şaş yên Tirkiyeyê pêk tên. Çaglarê got tiştên pêvajoya darbeyê de û beriya wê hatiye jiyîn li ser polîtîkaya înkar û qikirina kurdan hatiye kirin û got DAIŞ bi piştgiriya Tirkiyeyê êrîşan dikin.

(sg/hu)