Li hemberî tecrîdê DBP dê li 5 bajaran mitîng lidarbixe
14:43
JINHA
AMED - Navenda Giştî ya DBP'ê dê ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi silogana "Ji tecrîdê re bes e, ji bo em deng bidin aştiyê em li qadan in" dê li 5 bajaran mîtîngan pêk bînin.
Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) bi boneya li Tirkiye aştî pêş bikeve, tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe û muzakere dest pê bikin, bi silogana "Ji tecrîdê re bes e, ji bo em deng bidin aştiyê em li qadan in" dê li 5 bajaran mîtîngan pêk bînin. Navenda Giştî ya DBP'ê têkildarî mîtîngan daxuyanî da û diyar kir ku polîtîkayên îktîdara AKP'ê û Erdogan ku piştî hilbijartina 7'ê Hezîranê bû sedem ku pêvajoya şer nû dest pê bike.”
Daxuyanî waha berdewam kir: Tirkiye bi awayekî lezgîn dikeve nava kaosê. Ji bo aştî, muzakere dest pê bike divê berî her tiştî tecrîad li ser Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan bi dawî bibe. Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan bi salan ji bo çareseriya demokratîk û rê li pêş kuştina hezaran bigire têkoşîya. Wekî DBP li dijî tecrîd, şer û em dê di 1'ê Îlonê de li Êlihê, di 3'ê Îlonê de li Riha, di 5'ê Îlonê de li Mûşê, 6'ê îlonê de li Çewlîgê, di 7'ê îlonê de li Colemêrgê mîtîng dê bên lidarxistin."
(zt)