Bêtehemuliya dewletê ya li dijî şîn û cenazeyan!
09:01
Sarya Gozuoglu/JINHA
AMED –Hevsreoka HDP’a Amedê Gulşen Ozer diyar kir ku dewlet astengiyan li pêş malbat û siyasetmedarên Kurd derdikevin ku xwedî li cenazeyên gerîlayên di demên dawî de jiyana xwe ji dest dane. Gulşenê got kesên tevlî cenazeyan dibe rastî lêpirsînan tên û hewl didin bikevin nava gel û siyasetmedaran.
Dewlet di demên dawî de astengiyan li pêş cenazeyên gerîlayên di demên dawî de jiyana xwe ji dest dane û kesên tevlî cenazeyan dibin jî lêpirsîn lê tê vekirin. Li siyasetmedaran lêpirsîn tê vekirin û bi dozan hewl tê dayîn civak tenê bê hiştin. Hevseroka HDP’a Amedê Gulşen Ozerê têkildarî mijarê de axivî û got bi hinceta tevlîbûna şîn û cenazeyan gelek doz hatine vekirin.
Gulşenê bi lêv kir ku ew wek rêveberiyên partiyên xwedî berpirsyarî û peywira ku tevlî şîn û cenazeyan bibine û got: “Wek hevserokekî peywira min çi be ez heta dawiyê wê bînim cih. Rol û mîsyona me j ime baştir dizanin lê hewl didin me bi çewisînin. Hewl didin me ji gel dur bixin.
‘Em nekarin vê rastiyê ji nedîtîve bê’
Gulşenê anî ziman ku di çarçoveya lêpirsînan de dema îfadeyên wan digirin pirsên balkêş dipirsin û got pirsên wekê ‘we cenaze bi rêve bir’ dikin. Gulşenê got: “Em li ser van xakan dijîn. Em nekarin rastiyan ji nedîtîve bên.”
Gulşenê di berdewamiyê de polîtîkayên zext û qedexeyê ya li dijî cenazeyan bibîr xist û got: “Li navçeyên Amedê ji bo kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane, nahêlin li mala şînê şîn bê dayîn. Ev parçeyeke şer yê taybet ali dijî gelê Kurde.”
(sg/hu)