Hevseroka HDP’ê ya Sûrê Sedriye Sular hat hilbijartin

15:08

JINHA

AMED - Rêxistina HDP'ê ya Sûrê 2'emîn kongreya xwe pêk anî Hevseroka nû Sedriye Sular hat hilbijartin.

Rêxistina HDP'ê ya Sûrê 2'emîn kongreya xwe ya asayî pêk anî. Kongre bi silogana "Di avakirina demokrasiya rasteqîn de" li salona dawhetê ya Roj pêk hat. Di kongreyê de wekîlên HDP'ê yên Amedê Feleknas Uca, Sibel Yigitalp, Îmam Taşçier, hevserokên HDP'ê, Hevşaredarên Sûrê Fatma Şik, endam û rêveberên HDP'ê yên navçeyên Surê û gelek welatî amade bûn. Polîsan li avahiyê lêgerîna bombeyê kirin û piştre kongre pêk hat. Kongre bi rêzgirtinê û hilbijartina dîwanê dest pê kir.

Hevseroka HDP'ê ya Amedê Gulşen Ozer jî xwest qerîna dîrokê ya Sûrê ji aliyê her kesî ve bê dîtin û wiha got: "Serkeftin dê ya kurdan û gelan be. Tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tê meşandin li ser hemû gelê kurd tê meşandin. Divê her kes ji bo azadiya Ocalan li ser piyan bin.

Wekîla HDP'ê ya Amedê Sibel Yigitalp jî anî ziman ku Sûr hem keleha berxwedanê û hem jî keleha dîrokê ye û domand: “Berî her tiştî azadiya Ocalan e. Di 24'ê Tîrmeha 2015'an de li Kurdistanê bi awayeki tund er dest pê kir. Dahl, rez, xani û çiya hatin bombekirin. Em dê di 31'ê Tebaxê de li Amedê tekildarî tecrîda li ser Ocalan daxuyaniyê bidin. Dê li Amedê daxuyaiyek dîrokî bê dayin. Rojava kurdan a sereke azadiya Ocalan e.”

Kongre bi xwendina raporan û hilbijartinê bi dawî bû. Kongre bi yek lîsteyê çû hilbijartinê û rêveberiya nû hat hilbijartin. Bi tevahiya dengên delegeyan Hevseroka navçeya Sûrê Sedriye Sular hat hilbijartin.

(zt)