Mizgîn Irgat: Bila AKP ji hêza jinên rêxistî bitirse
17:05
JINHA
WAN – Piştî ku hêzên dewletê panela bi pêşengiya KJA yê dê li Wanê hatiba kirin asteng kirin jinan daxuyanî dan. Parlementera HDP’ê Mizgîn Irgat di daxuyaniyê de got: “Bila hikumeta AKP’ê tirsa ji hêza jinên rêxistinkirî berdewam bikin. Em ê jin heya dawiyê li gel hemû zoriyan jî kampanya xwe berdewam bikin.”
Kongreya Jinên Azad (KJA) ji bo balkişandina ser tecrîda girankiriya ser Rêberê PKK Abdullah Ocalan berdewam dike di çarçoveya kampanye ya “Ez li Rêberê xwe, ax û azadiya xwe xwedî derdikevim” li Navenda Çanda Nûda hewildan panelekê çêkin. Dema ku amadekariyên panelê dihatin kirin bi hinceta OHAL ê panel hat asteng kirin. Destur nedan panela bi beşdariya Hevseroka KCD’ê Leyla Guven, Parêzera Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan Ebru Gunay û Parlementera HDP’ê Mizgîn Irgat dê hatiba lidarxistin. Jinan girêdayî rewşê daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de Hevseroka KCD’ê Leyla Guven, Parlementera HDP’ê ya Bedlîsê Mizgîn Irgat, Parêzera Buroya Asrin ê Ebru Gunay, Hevseroka DBP’a Wanê Nazmiye Acar, Hevseroka HDP’a Wanê Gulistan Orhan û têkela KJA yê amadebun. Di daxuyaniyê de Hevseroka DBP’a Wanê Nazmiye got: “AKP bi hinceta OHAL ê hemû kesîmên muhalif hedef digire. Em weke jin vê na pejirînin. Em ê cihê mayî kampanya xwe berdewam bikin.
'Abdullah Ocalan rêberê gelekê ye'
Parlementera HDP’ê ya Bedlîsê Migîn Irgat jî da zanîn ku armanca dewletê ewe ku kes tecrîda ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan nezane û wiha domand: “Ji bîr kirine ku Birêz Ocalan ne girtiyek ji rêzêye. Li gel Rêberê gelê kurd e manifesto û dahurînên wî yên ji bo çareseriya Rojhilata Navîn jî hene. Jin jî li hember biriyarên wan ên der zagonî panelan lidar dixin. Yên ji bo van xebatan dibin asteng bila bizanin ku em jinên rêxistinî em ê xebatên xwe berdewam bikin. Bila hikumeta AKP’ê tirsa xwe ya ji jinên rêxistinî berdewam bike. Em ê jin li gel hemû zoriyan jî kampanya xwe berdewam bikin.”
Piştî daxuyaniyê panelistan bang li hemû jinan kirin ku bi girseyî tevlî têkoşînê bibin.
(va-ng/zt)