'Cerablus dagirkirina li dijî statuya Kurdan e’

09:12

JINHA

ENQERE- Wekîla seroka HDP’ê Çaglar Demîrelê operasyona Cerablus a TSK’ê û êrîşa li dijî gundan nirxand û got Tirkiye mudaxaleyê çeteyê DAIŞ’ê ya li ser xaka xwe hêlên çêkiriye, nake û got: “Yên li wir gelê Kurd ku têkoşînê dididin û gelên Tirkmen, Ereb, Kurd û yên din ku biryar dane ku çawa bijîne.”

Di bin operasyona TSK’ê ya Cerablusê de ne paqijkirina çeteyê DAIŞ’ê, êrîşa li dijî kanton, qezencên gelê Kurd û gelên din yên Rojava bû. Ew bi giştî wisa hat nirxandin. Tirkiyeyê êrîşêngundên sivîl lêne, qadên YPG û YPJ’ê kir.

Parlamenteran bertek nîşanê neagahdarkirina vê mijarê ya meclîsê da. Wekîla seroka koma HDP’ê Çaglar Demîrelê diyar kir ku desthilatdariyê di vê mijarê de meclîs agahdar nekiriye û got ev rewş nekare bê qebûlkirin. Çaglarê got: “AKP’ê operasyona li dijî Cerablusê wekê ku li dijî DAIŞ’ê pêk hatiye nîşan da. Lê rewş ne wisaye. Desthilatdarî beriya her tiştî li ser xaka xwe mudaxaleyê DAIŞ’ê nake. Me ev bi dehan carî herî dawî di 29’ê Hezîranê de bir meclîsê.”

'Cerablus dagirkirinek li dijî Kurdane’

Çaglarê bi lêv kir ku di serî de li Dîlokê û gelek cihan hêlînên DAIŞ’ê hene û got ev bi dehan carî anîne ziman û got wan daxwaza komîsyonek lêkolînê kirine û got: “Lê mixabin daxwaz hatin redkirin. Li ber çavan komkujiya Dîlokê hat kirin. Me berê jî hişyar kiribû ku û gotibû ev komkujî pêk bê. Operasyona Tirkiyeyê ya li li Cerablusê li dijî Kurdan bû. Yên li wir gelê Kurd ku têkoşînê dididin û gelên Tirkmen, Ereb, Kurd û yên din ku biryar dane ku çawa bijîne.”

Çaglarê destnîşan kir ku li Rojava gel bi biryarên ku didin dijîn û wiha got: “Nayê qebûlkirin ku welate biçe welatekî din û mudaxaleyê gelê wir bike. desthlatdarî dibêje li sînorê me mudaxale heye lê di serî de YPG û hêzên Suriyeyê yên Demokratîk qet êrîşê Tirkiyeyê nekirine. Lê li wir hêzên Suriyeya Demokratîk hedef tên girtin û êrîşê wan gundan dikin. ji ber vê ev rewşeke ku bê qebûlkirnê nîne. Ew êrîş di esasê de li dijî statuya gelê Kurde.”

Li desthilatdariyê hişyarî!

Çaglarê di dawiya axaftina xwe de got divê demildest ji vê şaşiyê vegerin û got bila Tirkiye tank û topên ku şandine vekişîne.

(he/hu)