Mîzgîn Irgat: Yekane hêza li dijî pergalê bisekine desthilatdariya gelê sivîle

09:03

Nîşmiye Guler- Vîldan Atmaca / JINHA

WAN – Parlamentera HDP’ê ya Bedlîsê Mîzgîn Irgatê ji bo Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan pêşnûmepirs dabû meclîsê û serokê meclîsê ev radest kiribû. Mîzgînê got wê di mijara pêşnûmepirsê de israr bikin û wih agot: “Em yekane partiya ku li dij AKP’ê ne. Yekane hêza kul i dijî pergalê bisekine jî desthilatdariya gelê sivîle.

Parlamentera HDP’ê ya Bedlîsê Mîzgîn Irgatê têkildarî tecrîsa li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û geşedanên dawî yên li Tirkiye û Kurdistanê de nirxandin kir. Mizgînê got pêşnûmepirsên HDP dide meclîsê ji aliyê serokatiya meclîsê ve tên radestkirin û got: “Pêşnûmepirsên em didin serokatiya meclîsê bi hincetên wekê nêrîna şexsî dihundirîne, gelek dirêje tê radestkirin. Pêşnûmepirsên HDP’ê ev demek dirêje bê hiqûq tê radestkirin.”

'Nêzîkatiya li dijî tecrîdê û pêşnûmeyê hemane’

Mizgînê bibîrxist ku ew parêzera kevn ya Abdullah Ocalane û got wan bi hêviya ku bersivê bidin fikarên gelê Kurd pêşnûmepirs dane û got: “Nêzîkatya li dijî tecrîda li ser Birêz Ocalan çibe, nêzîkatiya li dijî pêşnûmepirsê jî wisa ye. Me ev pêşnûmepirs ji bo bersiva ji bo fikarên gel bê dayîn da. Lê pêşnûmepirsa me bi hincetên sivk hat redkirin. Berê di 1’ê Adarê de di hevdîtinên buçteyê de min pirsa xwe bi devkî pêşkêşî wezareta dadê kiribû. Me pirsa em çima nekarin biçin Îmraliyê pirsibû. Lê me bersiva vê jî negirtibû.”

'AKP bêhiqûqiyên xwe berdewam dike’

Mîzgînê bi lêv kir ku piştî 15’ê Tebaxê fikarên wan yên têkildarî rewşa Abdullah Ocalan de zêde bûne û got: “Leşkerên li Îmraliyê peywirdar piştî darbeyê hatin girtin. Ji ber vê fikarên me zêde bûn. Jiyanek çawa li wir mijara gotinê ye. Tecrîd bi awayekî dij hiqûqî berdewam dike.”

'Li Îmraliyê dilgirtinî mijara gotinê ye’

Mîzgînê axaftina xwe wiha berdewam kir: “Piştî darbeyê li dijî gelê Kurd û lîderê wan şer hat destpêkirin. Emê dayîna pêşnûmepirsan berdewam bikin. Heta em agahiyê negirin xebatên me wê bidomin. Ji ber ku li girava Îmraliyê girtinek dij hiqûqî û dîlgirtinek mijara gotinê ye. tevî ku heyeta CPT hat Îmraliyê jî rapora di destê xwe de aşkera nekir û Tirkiyeyê ev asteng kir. Ji ber dewleta Tirk destur neda bi rayagiştî re nehat parvekirin. Hikûmeta AKP’ê hewl dide pêşî li xebatên HDP’ê jî bigire. heta demokrastî neyê Tirkiyeyê û wekhevî pêk neyê wê têkoşîna me bidome.”

‘HDP yekane tevgera ku dikare li dijî pergalê rawesteye’

Mîzgînê wiha dawî li axaftina xwe anî: “Piştî daxuyaniya KCK’ê li Dîlokê komkujî hat jiyîn. Vê bi me re pirsnîşan çêkir. Daxuyaniyek wisa di rojevê de bû û hikûmet û dewlet bêdeng bû. diyar kirin ku ew ne li alî çareseriyê ne.Ya çareseriyê naxwaze hikûmeta AKP’ê ye. Partiyeke ku dixwaze bibe yekane partiya Tirkiyeyê li pêş meye. Lê HDP yekane tevgera ku dikare pêşî li vê pargalê bigire ye.”

(hu)