Parlamenterên HDP’ê: Em ê li hemberî şerxwazan, aştiyê biqîrin
09:06
JINHA
ÊLIH – Parlamenterên HDP’ê ji bo mîtînga ku bi pêşengiya KJA’ê de wê di 1’ê Îlonê bê li dar xistin, banga tevlîbûnê li hemû jinan kirin. Parlamenteran diyar kir ku, dê di mîtîngê de li hemberî şerxwazan, daxwaza xwe ya aştiyê biqîrin.
Li Êlihê di 1’ê Îlonê Rojan Aştiyê ya Cihanê de bi pêşengiya Kongreya Jinên Azad (KJA) de bi dirûşmeya “Em li Serok, azadî û axa xwe xwedî derdikevin” mîtingek dê bê li dar xistin. Jinên Êlihê bi rojane ku li tax, gund û navçeyan xebata mitingê dan destpêkirin û xebatên xwe bênavber berdewam dikin. Parlamenterên HDP’ê ya Êlihê jî ji bo tevlîbûna mîtingê bang li hemû jinan kirin.
Parlamentera HDP’ê ya Êlihê Ayşe Acar Başaran got ku ew ê bi dirûşema “Em xwedî li Serok, azadî û axa xwe derdikevin” li qadan bin û wiha axivî: “Em wek jinên aştîxwaz bi reng û tîlîliyên xwe li hemberî şerxwazên ku bi top û tangan êrîşê me dikin, dê li qadan bin û ji bo aştiyek bêhempa dengê xwe bilind bikin. Em ê carek din li qadan biqirin û bêjin ku deriyê çareseriyê li Îmraliyê ye û bila demîldest deriyê Îmraliyê bê vekirin. Bila hemû jinên kurd ku dilê wan ji bo aştiyê lê dide tevlî mÎtînga azadiyê bibin.”
‘Jinên Êlihê pêşengên aştiyê ne’
Parlamentera HDP’ê ya Agiriyê Dîlan Dîrayet Taşdemîr jî got ku ew jî bi şiyara “Ez xwedî li Serokê xwe derdikevim” dê tevlî mîtîngê bibe û wiha got: “Em bi rojan e ku li vir ji bo mîtîngê amedekariyan dikin û bi şev û roj ji bo aştiyê xwe digihinin jinan. Jinên ku em destên xwe dirêjî wan dikin bi kelecan û coşek mezin me pêşwazî dikin. Em hêvî dikin ku heman coş û kelecen di 1’ê Îlonê de jî nişan bidin. Ji ber ku jinên Êlihê her tim pêşengên têkoşina aştiyê ne. Em li vir carek din bang li hemû dayîk, ciwan û jinan dikin bila bi coş û kelekcanek mezin li qadê aştiyê biqîrin.”
‘Îsal 1’ê Îlonê gelek giring e’
Parlamentera HDP’ê ya Êlihê Saadet Becerîklî jî li ser giringiya 1’ê Îlonê ya îsal rawestiya û wiha axivî: “Li welat şerek giranbiha heye. Li her derê dengê şer û mirinê bilind dibe. Ji ber vê yekê mîtînga ku bi pêşengiya jinên KJA’yê ya ku bê li dar xistin girînge. Lewra em di serî de jin ji bo aştiyê li qadan bin û aştiyê biqîrin.”
(za/ho/rc)