'Em ji bo 1’ê îlonên ku bêjin bila pîroz be wê li qada bin’
09:03
JINHA
STENBOL-Yekitiya Hêza ji bo Ked û Demokrasiyê li Stenbolê ji bo mîtînga Aştiyê ya Cîhanê xwe amade dike. Jinên siyasetmedar diyar kirin ku 1’ê îlona îsal cuda girînge û xwestin ku li dijî polîtîkayên dijminê jinê û şer her kes aştiyê biqîre.
Yekitiya Hêza Ji bo Ked û Demokrasiyê bi munasebeta 1’ê îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê, bi armanca demokrasî, aştî, wekhevî, azadî û edeletê biparêze di 4’ê îlonê de saet di 16.00’an de li qada Pazar a Kadikoyê wê bên cem hev û wê daxwaza aştiyê ya kesên di 10’ê cotmehê de li Enqereyê jiyana xwe ji dest dane qîr bikin.
'Em Aştiyê biqêrîn’
Hevseroka navendê ya HDP’ê Aysel Guzerê got 1’ê îlona îsal girînge û wiha got: “Li Rojhilat û Tirkiyeyê em di pêvajoye ku divê herî zêde xwedî li aştiyê derkeve de derbas dibin. Bi taybet jî hewcedarî bi çareseriya pirsgirêka Kurd heye.”
‘Em tevlî mîtînga 1’ê îlonê bibin’
Hevseroka Partiya Rizgariya Jinûve ya Sosyalîst (SYKP) Tulay Hatîmogullari jî ketina Tirkiyeyê ya Cerablusê û êrîşa li dijî jinê bibîr xist û got: “Di vê arefeya 1’ê îlonê de daxwaza me ya herî mezin eve ku Rojhilata Navîn û Tirkiye bikevin atmosfera aştiyê. Em wisa difikirin ku aştî kêm be jî wê birînên gelan bikewîne. Em bang li hemû kesî dikin ku tevlî mîtînga aştiyê bibin.”
'Emê 1’ê îlonên ku jê re bêjin pîroz be wê qezenc bikin’
Seroka giştî ya partiya Kedê Selma Gurkanê jî wiha got: “Em di demeke ku hewcedariya Tirkiye û Rojhilata Navîn aştiyê heye de 1’ê îlonê pêşwaz dikin. Em nekarin bêjin pîroz be. Ji ber em encamên bi êş yên şer dijîn. Em aştiyê diparêzin û dixwazin pirsgirêka Kurd çareser bibe. em mudaxaleya AKP’ê ya Cerablusê jî qebûl nakin. Emê 1’ê îlonên ku jê re bêjin pîroz be wê qezenc bikin.”
'Em dikarin bibin yek û faşîzmê têk bibin’
Seroka ESP’a Stenbolê Çîçek Otlu jî got piştî komkujiya Pirsûsê komkujî zêde bûne û got: “Piştî OHAL’ê komkujî zêde bûn. Divê demê de em dikairn bibin yek û faşîzma AKP’ê têk bibin.”
(bk-dyc/odk/hu)