Di 5'ê Îlonê de greva birçîbûnê: Bila ligel Birêz Ocalan hevdîtin pêk were
18:09
JINHA
AMED - Hemû hevparên siyaseta kurd ku li Amedê kom bûn, starta serdemek nû dan. Hevserokê KCD'ê Hatip Dîcle deklerasyona hevpar xwend û got "Roj roja çalakiyan e". Hatîp, çalakiya greva birçîbûnê ku bi 50 hilbijêran di 5'ê Îlonê de dest pê bike bi raya giştî re parve kir û got: "Di vê grevê de tenê daxwazek heye. Em dixwazin bi Birêz Ocalan re di çarçoveyê hiqûqê de hevditin bê kirin."
Deklerasyona dîrokê ku bi rojan e li Amedê amadekariya wê tê kirin hat aşkerekirin. Deklerasyon, li ber avahiya Kongreya Civaka Demokratik (KCD) bi raya giştî re hat parvekirin. Hemû hevserokên KCD, HDK, KJA, DBP û HDP'ê, nûner, rêveber, bijartiyên kurd, hevşaredar, endamên meclîsên şaredariyan endamên Melîsa Giştî ya Bajar nûnerên saziyên civakî û rêber û rûsipiyên civakê amade bûn. Li ser navê gel û bijarteyên kurd Hevserokê KCD'ê Hatîp Dicle metnê deklerasyonê xwend. Naveroka bingehîn a deklarasyonê rewşa Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku 510 roj in agahî jê nayê girtine. Deklerasyona ku biryara serdemek nû hat dayîn û biryara greva birçîbûnê ya bêdem hat dayîn wiha ye:
Cemaweriya bi qimet, hevalên qedirbilind û beşdarên rêzdar
Em nûnerên gel ên hatine hilbijartin, rêber û rûsipî, nûnerên saziyên civakî, ji bo ku em peyama pir girîn bi were û bi riya we bi hikûmetê re parve bikin em li vir in.
Birêz Ocalan nêzî 18 salin bi tena serê xwe di hucreyek pir biçuk a li Grava Îmraliyê de di bin tecridê de tê girtin. Tam 510 rojin bi tu awayî agahî jê nayê girtin. Ji hewldana darbeya 15'ê Tîrmehê heta niha 46 roj derbas bûn. Di ve pêvajoyê de darbekar li dijî Îmraliyê ketin nava hewldanên fîîlî. Li gel ku ev hewldana darbekaran hat aşkerekirin jî disa der barê Birêz Ocalan de me tu agahiya şênber bi dest nexist.
Gelê me yê bi qîmet;
Bê guman pirsgirêka herî girîng ya welat pirsgirêka kurd e. Hêzên serdest, sed sal berê di 1'emîn Şerê Cihanê de bêyî vîna gelên vê heremê esas bê girtin axa Mezopotamya û Rojhilata Navîn di nava xwe de li hev parvekirin. Ji ber vê yekê pirsgirêkên herêmî derketin. Pirsgirêka kurd jî yek ji van pirsgirêkê ku axa wan bêyî vîna wan hatiye parvekirin e. Mixabin sed salin Dewleta Komara Tirkiyeyê li şûna pirsgirêkê bi riya aştiyê çareser bike, bi polîtikayen înkar û îmhayê tev digere. Ji ber vê yekê gelek xwîn hat rijandin. Gelek kes hatin kuştin. Di sedsala 21'an de jî ev pirsgirêk bi heman ferasetê didome. Dewletê, sed salin, înkar kir u ji kurdan re tenê rêya serhildan û berxwedanê hat hiştin. Gelê ku serî rakir jî bi komkujiyê tepisand û tecrîd kirin. Encama vê polîtîkayê bû sedema windakirina xwîn û canê kurd û tirkan. Em li dijî rijandina xwînê û kuştinê têdikoşin. Li aliyê din hêzên ku li ser berjewendiyên xwe yên neteweyî û kurevî tev digerin, bêtir şerê li Rojhilata navîn û herêmê kûr dikin. Pirsgirêka kurd her dem di nava serhildan û berxwedanê de maye. Ji ber berjewendiyên hezên serdest her dem gelê kurd û tirk zerar ditiye.
Gelê me yê bi rûmet;
Rêberê Gelê Kurd û mirovê siyaseta demokratîk Birêz Ocalan, ji bo vê çerxa kor bişkînin, vê kemîna xwînê xera bike û aştiyek bi rûmet pêş bixine, di Newroza 2013'an de bi wêrekî tev geriya û înîsiyatifek gelek xurt girt ser milê xwe,
Belê Birêz Ocalan got: "Êdî ji vê rêveçûnê re dem hatiye û derbas bûye" û banga bêdengkirina çekan û pêvojoya gotin û siyaseta demokratîk kir. Dewlet û hikûmetê jî ji bo şensekê bide aştiyê gavek avêt. Bi vê pêvajoyê re hêviyek mezin û bendewariyek xurd derket holê. Pivê pêvajoyê re xwîn rawestiya û çek bêdeng bûn. Kuştin bi dawî bûn. Êşa dilê bi kuştina leşker, polîs, cerdevan, gerilla û zarokan her roj xwîn dibû, aş bû. Êdî hêvî û kêfa ku ji şerê sed salin didome derkevin zêde bû. Lê mixabin piştî di dawiya sala 2014'an hevîya aştiyê lawaz bû û piştî 2015'an li şûna aştiyê şerekî giran dest pê kir.
Birayên bi qimet ji bo ev îhtimala aştiyê pêş bikeve bi diyalogek xurt heye. Kesê ku bi riya diyalogê rê li pêş aştiyê vekir Birêz Ocalan 510 rojin agahî jê nayê girtin. Şer ne daxwaz û bijartina me ye. Lê dema şer hebe jî divê ehleq û hiqûqek hebe. Birêz Ocalan ku 3 salan civaka Tirkiye xist nava aştiyê, di dîrokên berê de 8 caran agirbest îlan kir û rê da pêş siyaseta Rojhilata navîn, hem gelê kurd û hem jî gelê cîhanê ji bo azadiya wî 10 milyon û 328 hezar û 623 îmze hatin komkirin û wekî "Vîna min a siyasî ye" bi nav kirin. Mafê wî yê hiqûqî û zagonî tê binpêkirin. Birêz Ocalan 5 salên dawî ye bi tu parêzerên xwe re qet hevditin nekiriye. Hikûmet Birêz Ocalan wekî dîl digire dest û nêzîk dibe. Tecrîdê di nava decrîdê de pêk tîne.
Hevalên hêja;
Bêguman civaka me bi kurd, tirk, bi hemû nasname û baweriyan ve bi hevre jiyanê ya di nava aştiyê de zêdetir heq dike. Vî bendewariya mafdar bicihanîn peywira esasî ya siyasetmedaran e. Em bi vî zanebûn û berpirsyariyê hewl didin layiqî we bin û ji bo vê dixebitin. Li aliyeke li dijî pêkûtî û êrîşan hewl didin li ser piyan bimînin û li aliyeke jî hêviyeke biçûk a ji bo aştiyê jî hewl didin binirxînin û lêgerînên xwe yên çareseriyê didomîn in. Lê astengkirina rêberê û pêşengê têkoyîna gelekî 510 rojan jê agahî negirtin, bi taybetî jî piştî hewldana darbeyê daxwazên hevdîtinan bi israr redkirin çi heyf e ku hemû îhtimalên aştiyê ji holê radike. Lêgerînên aştiyê yên ku birêz Ocalan derveyî vî hiştin ceribandinên berê jî nîşan daye û vala ye, pûç e, ev hatiye fêmkirin. Niha jî niyetekî ku birêz Ocalan derveyî siyasetê hiştin a gelek cidî û xeter heye. Ji me nikare bê xwestin ku em li hembê vî pêkanîna nehîqûqî û ne exlaqî bêdeng bimînin. Divê tu kes ji me nexwaze rêberekî siyasî ra ku bi milyonan kes hêviyên xwe bi vî girêdayê, agahî girtina wî astengkirin tiştekî wekî normal bibînin. Ev 510 roj in hemû hewldanên me yên siyasî, hiqûqî, dîplomatîk û mirovî ji aliyê hikûmetê ve pûç hatine derxistin. Ji ber vê yekê jî heta ku parêzerên birêz Ocalan, malbat, heyeta me ya siyasî bi rû bi rû hevdîtinê pêt bînin ê agahiyeke bigirin me biryara pêvajoyeke nû bidin destpêkirin girtiye. Di vî çarçoveyê de di nava me de 50 hevalên me yên dildar di 5'ê Îlonê pêve dê dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger bikin. Tekane daxwaza vî grevî heye ew jî bi birêz Ocalan re di çarçoveya hiqûqî de hevdîtin pêkanîn e.
Di vî çarçoveyê de banga me ya yekemîn ji hikûmetê re ye; em li bendê ne ku rewabûna siyasî, hiqûqî, exlaqî, mirovê li ber çavan bê girtin hema sibehê bê bicihanîn.
Ji bo gelê me û hêzên demokrasiyê jî banga me ev e; heke ji bo vî bangawaziya me ya maqûl bersiv neyê dayîn ji bo piştgiriya hevalên me yên ku dest bi greva bêdem û bêdorveger dikin li dora wan xwedîderketineke bêhempa pêk bînin ji bo vê hemû kes divê plansazî û amadekariya xwe bike. Roj roja çalakiyê ye.
Di van rojên ku ji wî dengek bê ji bo pêşerojê dê hêviyên nû biafirîne û ji bo deriyên nû bên vekirin dê bibe sedem ku hemû kesên ku bi aştî, çareseriya sivîl û hiqûqê bawer dikin divê li hemberî vî tecrîdê derkevin.
Beşdarên hêjê, gelê me yê hêja;
Herî dawî em dixwazin vî bibêjin; tu gelê ku rêber û pêşengên xwe xwedî dernekevin tu caran dikarin rûmet û azadiya xwe biparêzin. Tu gelên ku piştgiriyê nedin têkoşîna azadiya kurdan tu caran nikare qala azadiya xwe bike. Ji bo me beriya her tiştî pirsgirêka rûmetê ye. Em bang li hemû gelên xwe dikin ku xwedî li rûmet û mafê xwe yê azadiyê derkevin, em vî bêrûmetiya ku li ser me tê ferzkirin qebûl nakin û em ê nekin. Em bang dikin ku qasî ku hemû cihan vê bibîhizin qîr bikin.
Em we bi hemû hestên xwe silav dikin, serkeftinê dixwazin.
(kom/rc)