Ji jinan hişyarî: Tecrîd Tirkiyeyê dike tarîtiyê
09:02
JINHA
STENBOL- Jinên siyasetmedar û hiqûqnas diyar kirin ku tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan Tirkiyeyê dike taritiyê û got: “Em bang li hemû kesên aştiyê dixwazin, dikin li dijî tecrîdê bibin alî. Em bang li hemû rayagiştî ya demokratîk û hiqûqnasan dikin ku di alî aştiyê de bibin alî û di vê yekbûnê de cih bigirin.”
Jinên hiqûqnas û siyasetmedar bertek nîşanê tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dan. Jinan banga hestiyariyê li hemû kesî kirin.
Pervîn Buldan: Birêz ocalan xeta sor e
Endama heyeta Îmraliyê û Parlamentera HDP’ê ya Stenbolê Pervîn Buldan: Bandorek mezin a Birêz Ocalan li ser gelê Kurd heye. Vê rewşê dewlet jî dizane. Ji ber vê jî dixwazin bi Birêz Ocalan re gelê Kurd jî tasfiye bikin dengê wan bidin birîn û gelê ku aştiyê dixwaze bê bandor bihêle. Birêz Ocalan xeta sor ya gelê Kurde. Gel heta agahiyekî jê negire wê berteka xwe nîşan bide.”
Eren Keskîn: Qedexeya li ser Ocalan qedexeya li ser gel e
Parêzer Eren Keskîn: Niha OHAL hincet tê nîşan dan. Lê ji xwe her tim OHAL li ser Ocalan hebû. Dewleta Tirk ji xwe li dij hiqûqa hundir û peymanên navneteweyî tevdigere. Ji ber ku ne mumkune ku girtiyek bi parêzer û malbata xwe re hevdîtinê neke. Di ti hiqûqê de cihê vê tine. Ne di hiqûqa hundir de û ne jî di hiqûqa navneteweyî de cihê wê tine. Di her mijarê de hewcedarî bi piştevaniyê heye. Dewlet polîtîkayek mezin a tirsê diafirîne. Ji ber vê jî li şûna em bitirsin û li mala xwe runin divê em ji bo mafên xwe têbikoşin. Tecrîda li ser Ocalan tê wateya tecrîda liser gel.
Gulhan Kaya:Li ser aştiyê tecrîd tê pêkanîn
Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Bindestan Gulhan Kaya: “Di serî de tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafan yên li girtîgehan dij hiqûqê ne. Pêkanînên tecrîda Tîpa F derbas kirine li Îmraliyê destpê kiriye. Ger muzakere bê kirin, sermuzakerevan Ocalane. Ji ber vê jî tecrîda li Ocalan hatiye kirin li aştiyê hatiye kirin.
Îlknur Alcan:Em bi fikarin
Endama Lijneya Rêveberiya Şaxa OHD ya Stenbolê Îlknur Alcan: Em dixwazin bêjin ku ev tecrîd hem li dij mafê mirovan û hem jî li dij hiqûqê ye.Ocalan ji 2011’an heta niha bi parêzerên xwe re hevdîtinê nake.Ji 15’ê Tîrmehê şûnde em ji jiyana wî bi fikarin.
(kom/hu)