'Heya hevdîtin bi Abdullah Ocala re pêk werin dê çalakî bidomin'
11:36
JINHA
AMED - Hevseroka DBP'ê Sebahat Tuncel têkîldarê çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem ku siyaseta kurd ji bo Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan didin destpêkirin nirxand û got: "Niha dema bilindkirina têkoşînê ye. Eger aştiya Tirkiyeyê bi Îmraliyê ve girêdaye, wê demê divê girêdana Îmraliyê û gel bên pêk anîn. Heya ku hevdîtin ligel Birêz Ocalan pêk tê ew ê çalakî bidomin. Sekna niha seknek aştiyane ye."
Li Amedê bi pêşengiya KCD, HDK, KJA, DBP û HDP'ê duh li ber Navenda Giştî ya KCD'ê deklerasyona dîrokî hat xwendin. Di deklarasyonê de hat raghadin ku siyaseta kurd di 5'ê Îlonê de dest bi greva birçîbûnê ya bê dem dike. Hevseroka Giştî ya DBP'ê Sebahat Tuncel têkîldarê biryara çalakiyê nirxandin kir û diyar kir ku, ji bo tecrîd bê şikandin ew ê rêzeçalakî li dar bixin û wiha got: "Birêz Ocalan heya niha ji bo wekhevî û aştiyê gelan têkoşiya. Pêvajoyên aştî bi wî pêk hat. Bi girankirina tecrîdê re îro li welat şer kur bû."
'Li ser gel tecrîd tê pêk anîn
Sebahatê destnîşan kir ku, 510 rojin destûr nayê dayîn ku hevdîtin ligel Abdullah Ocalan pêk were û wiha axivî: "Ev helwest ne tenê li hember Birêz Ocalan, li hember tevahî gelan pêk tê û ev yek nayê pejrandin. Gelê kurd pêşeroj, azadî û aştiyê di şexsê Birêz Ocalan de dibîne."
'Divê em li her qadê têkoşînê bilind bikin'
Sebahatê bi lêv kir ku, ew ê xwe bi çalakiya grevê re sînordan nekin û got ku, ew ê her qadê veguherinin qadên çalakiyê û wiha pêde çû: "Heya ku hevdîtin ligel Birêz Ocalan pêk tê divê li her qadê jiyanê têkoşîn bê dayîn. Em ê wek DBP'ê pêvajoyek çalak bidin destpêkirin. Em ê têkoşînê bilind bikin, bi rêxistin bikin û ji bo çalakiya grevê bê dîtin erkê dikeve ser milên me em ê bi cih bînin."
'Vînê derxistina holê girînge'
Sebahatê bal kişand ku gelek pêşniyarî ji bo greva birçîbûnê pêk hatine û anî ziman ku, siyaseta kurd dê nûnertiya çalakiyê bike û belavî her deverê bibe. Sebahatê eşkere kir ku ya girîng ne navê kesên beşdar dibin ya girîng vîna xwe danîne holê ye û wiha pêl da axaftina xwe: "Li dora 50'î kesan wê vînek mezin bê gel hev. Em ê têkoşînê ligel hev mezin bikin. Heya hevdîtin pêk tên ew ê çalakî berdewam bike. Di vê mijarê de biryardarî û vînek bi hêz li holê ye.
'Ji bo Ocalan şert û mercên azad avakirin meseleyek jiyaniye'
Sebahatê ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan jî got "Dema havgirtinê û çalakiyane" û wiha pêl da axaftina xwe: "Jin berdêla şer û jiyanê giran dan. Divê di vê pêvajoyê de bi aweyek aktîf tevlî çalakiyan bibin. "
(sg-şa/rc)