'Ji bo şikandina tecrîdê em ê têbikoşin'

16:06

JINHA

WAN - Hevseroka Giştî ya DBP'ê Sebahat Tuncel, beşdarî 5'emîn Kongreya DBP'ê ya Wanê bû û diyar kir ku ew dê bi çalakiya greva birçîbûnê ya 5'ê Îlonê tecrîda li ser Abdullah Ocalan bişkînin. Sebahatê, xwest hemû kes li dora greva birçîbûnê bibin xelek û got: "Çareserî ne di bernameya AKP'ê ya zilm û tecridê deye, çareserî di berxwedana gelê Kurdistanê de ye."

Rêxistina DBP'ê ya Wanê bi dirûşmeya "Em li dijî darbeyan azadiya xwe bi rêxistin dikin" 5'emîn Kongreya xwe ya asayi pêk anîn. Kongre li salona Dahwetê ya Dîrenê hat lidarxistin. Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên demokratîk (DBP) Sebahat Tuncel, Wekîlê HDP'ê yê Wanê endam û rêveberên HDP û DBP'ê, Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Wanê nûnerên saziyên sivîl ên civakî û gelek welatî amade bûn. Li salonê posterê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, Hevserokên Meclîsa Gel a Cizîrê Asya Yuksel û Mehmet Tunç ku di rêveberiya cewherî de jiyana xwe ji dest dan, hatin vekirin. Herwiha pankartên "Em dayik in, aştiyê dixwazin", "Bijî piştevaniya keda demokratîk a gelên bindest" û "Bedena tazî ya Ekin Wan rûmeta me ye" vekirin.

'Bila AKP'ê û walî nebêje BDP'ê bi tenê ye'

Kongre bi rêzgirtin û hilbijartina dîwanê dest pê kir. Piştre sînevîzyona ku ji berxwedana gelê kurd û xebatên DBP'ê pêk dihat hat pêşandan. Herî dawî di raporên DBP'ê yên ku ji aliyê Wekîla Hevserokê DBP'ê Nazmiye Acar ve hatî xwendin de, bal kişand ser zextên li ser DBP'ê û wiha got: "Li Wanê 13 şaredariyên DBP'ê hene. Niha 26 hilbijêrên me hatine girtin. Bila nebêjin DBP'ê bi tene ye."

Hevseroka Giştî ya DBP'ê Sebahat Tuncel jî ani ziman ku di rojên deng de yekîtî û têkoşîn hevpar gelek girîng e û wiha got: "Em dê di vê kongreyê xwe ji bo serkeftin û encamê amade bikin. Em wekî DBP'ê dê berpirsiyariya xwe ya dîrokî pêk bînin."


Sebahatê, da zanîn ku AKP'ê dixwaze bi riya KHK'ê vîna gel tune bihesibîne û bi riya qeyumê rêveberiyê ji nûve biguherîne. Sebahatê, bi lêv kir ku, kesên aştî, azadi û demokrasiyê dixwaze dibe terorîst û wiha pêde çû: "Ev şaredarî şaredariyên gel in. Niha 106 şaredariyên DBP'ê ne. Hilbijêr dê li dijî biryara qeyumê di ber xwe bidin."

'Em dê tecrîdê bişkînin'

Sebahatê, bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û wiha got: "Rêberê Gelê Kurd Birêz Ocalan ji 15'ê Tîrmehê heta niha tu agahî jê nayên girtin. Tê gotin ku li Îmraliyê mudaxale pêk hatiye. 5 salin nikare bi parêzeran re hevditin bikin. Birêz Ocalan hêviya Rojhilata Navîn e. Em dê bi têkoşîn û çalakiya xwe ve qeyranê bişkînin. Em dê bi têkoşîna xwe tecrîda li ser Ocalan bişkînin. Çareseriya polîtîkayên AKP'ê yên zilm û şer in, çareserî têkoşîn û berxwedana gel e."

Kongre bi hilbijartinê bi dawî bû. Di kongreyê de ji bo Hevserokên DBP'ê yên Wanê Şevîn Şeker û Murat Sarisaç hatin hilbijartin.

(kom/rc)