Ji jinan bang: Werin ji vê pêngava şaş vegerin
09:28
Sarya Gozuoglu/JINHA
AMED – Hevseroka Şaxa SES a Amedê Selma Atabey û hevsroka GOÇDER’ê Semîre Nergîzê gotin ew wek jin tayînkirina kayyuman red dikin û got divê dewlet demildest ji vê pêngava şaş vegerin.
Bertekên li dijî kayyumên ji bo şaredariyên DBP’ê bê tayînkirin berdewam dikin. Hevseroka SES’ê ya Amedê Selma Atabey da zanîn ku tayînkirina kayyuman darbeyek li dijî îradeya gelê sivîle û wiha got: “Di hilbijartinên 7’ê Hezîranê de jî rewşek wisa hat jiyîn. Encamên hilbijartinê nehatin qebûlkirin û di 1’ê Mijdarê de dîsa hatin kirin. Bi gel re şikestinek mezin çêbû. Di demên borî de jî li dijî şaredariyên DBP’ê hewldanek wisa çêbû.”
'Em wek jin kayyuman red dikin’
Selmayê bi lêv kir ku divê tayyinkirina kayyuman demildest bê kişandin û got: “Em 70 saziyên sivîl ji bo vê hatin cem hev û me fikra xwe bi awayekî zelal vegot. Hêvîdarim ev cidî bê girtin û ji vê şaşiyê vegerin. Li Kurdistanê di şaredariyên DBP’ê de pergala hevserokatiyê ket jiyanê. Ev pêngavek girîng bû.Pergala hevserokatiyê ji bo redkirina kayyuman hincetek mezine. Cihgirtina jinan a di siyasetê de gelek bi nirxe. Ji ber vê em jin kayyuman red dikin. divê jin xwedî li şaredariyên xwe derkevin.”
'Tayînkirina kayyuman ne demokratîke’
Hevseroka GOÇ-DER’ê Semîre Nergîzê jî berteka xwe ya li dijî vê anî ziman û got: “Em tayyînkirina kayyuman a ji bo şaredariyan rast nabînin. Ev çend roje bi taybet di komîsyonan de tê nîqaşkirin û îhtîmalek mezin wê wek qanûn derkeve. Divê her tişt ne di alî qanûnîbûnê de di alî rewabûnê de bê nirxandin. Di demokrasiyan de her tişt bi hilbijartinê dibe. Ji ber vê jî tayinkirina kayyuman a li şûna kesên hatine hilbijartin di alî demokrasî û hiqûqa dewletê de ne raste.”
‘Divê demildest şûnde bikişînin’
Semîreyê got li cihên qedexeya derketina derve hatiye îlankirin wek GOÇ DER’ê lêkolîn kirine û got di alî jinûve avakirinê de piştgiriya herî mezin rêveberiyên herêmî dane û got bi kayyuman re wê piştgiriya ji bo gel tê dayîn bê tinekirin.Semîreyê got divê dewlet demildest şûnde gavê bavêje.
(sg/hu)