'Pîlana dagirkeriyê dê bi serkeftina sîstema Federal têk biçe'
09:02
Sorgul Şêxo/JINHA
TIL TEMIR- Rêvebera Meclîsa Zagonsaz Eyistan Xelef têkîldarê dagirkerî û planên ser rojavayê Kurdistanê nirxand. Eyîstanê diyar kir ku, dê bi yekîtiya gelan û serkeftina sîstema Federal ya Demokratîk ev plan têk biçin.
Dewleta Tirkiyê di 24'ê Tebaxê de bajarê Carablûsê dagir kir û pêre jî êrîşê rojavayê Kurdistanê zêde kir. Gelê kurd û pêkhateyên herêmê bi daxuyanî û çalakiyên xwe bertek nîşanî dagirkeriyê danû diyar kirin ku ew ê dagirkeriya tirkiyeyê nepejrînin. Di derbarê mijarê de Pêwendîdar û Rêvebera Meclîsa Zagonsaz Eyistan Xelef nirxandin kir. Eylîstanê anî ziman ku ew ê bi yekîtiya gelan plana dagirkirinê têk biçe.
'Rizgarkirina Minbicê gavek dîrokî bû'
Eyîstanê destnîşan kir ku, rizgariya Minbicê pêngaveke dîrokî bû û wiha got: "Ji ber ku ew herêm cihek stratejîk bû. Çeteyan hem jî aliyê erdîngarî, hem jî ji aliyê zexîreyan ve wek cihek navendî bi kar tanî. Tu kes bawer nedikir ku, herêma Minbicê di 74 rojan de azad bibe. Bi saya berxwedana şervanên azadiyê û perkrewanên şoreşê, herêm hate rizgarkirin. Serkeftina Minbicê bû navnîşana azadiyê." Eyistanê bi bîr xist ku, piştî rizgariya Minbicê êrîşên rejîma Baas li ser gelê Hesekê destpê kir û ev êrîş jî wek qebûlnekirina serkeftina li Minbicê ravakir.
Li hember pergala Federal ya Demokratîk pîlana dagirkeran
Eyîstanê pêvajoya piştî rizgarkirina Minbicê wek hevkariya hêzên komploger pênase kir û ev tişt got: "Hêz û dewletên mîna rejîma Baas, Tirkiyeyê, Îran û Hizbullah di nav xwe de pîlanek li dijî gelê kurd û pêşketina sîstema Federal ya Demokratîk li herêmê xistin dewerê. Yek ji pêkanîna vê pîlanê êrîşa Hesekê bû. Di encama van êrîşan de gelek sivîl jiyana xwe ji dest dan. Li bajarê Hesekê di encama berxwedana şervanan û gel de bajar bi temamî hat azadkirin. Li vir pîlana yekem têk çû."
'Bi dagirkirina Cerablûsê re ew ê alozî kurtir bibe'
Eyîstanê da zanîn ku hikûmeta AKP'ê têkçûna xwe ya li Tirkiyeyê, dixwaze bi dagirkirina Cerablûsê veşêre û wiha pêde çû: "Bi rêya dagirkirina herêma Cerablûsê, dê ev pîlan têk biçe û alozî kurtir bike. Ji ber hêzên azadîxwaz xwe dighînin her derê. Wek tê zanîn gelê herêma Babê jî bang li Meclîsa Leşkerî ya Babê kirin ku, wan azad bikin. Jixwe armanca dagirkirina dewleta Tirk ew e ku yekîtiya gelan ji hev bixîne. Ji bo vê jî berê çeteyên DAIŞ'ê dane herêma Babê."
'Êrîş li hember tevahî gelan e'
Eyîstanê bi lêv kir ku, Tirkiyeyê bêhna xwe yê dawî distîne û wiha pêl da axaftina xwe: Dewleta Tirkiyê ji bo hebûna kurd neyê qebûlkirin her cure êrîş pêk tîne. Dijîtiya wî ya li hember sîstema Federal ya Demokratîk a Rojava Bakûrê Sûriyê jî tê zanîn. Ligel ku gel vê sîstemê dixwaze. Ev proje dê ji bo gelan demokrasî, wekhevî û çareseriyê bîne jî êrîş dike Dê ji bo Rojava, Sûriye û Rojhilata Navîn bibe çareseriya bingehîn. Ji bo ev pergal pêk neyê jî dewleta Tirk a dagirker û faşîst ketiye nav hewldanan. Li ber çavên cîhanê bi balafiran li gelê sivîl dixin. Divê ev jî were zanîn ev êrîş ne tenê li dijî kurdane. Ev kiryarên hovane êrîş li ser tevahiya pêkhateyên Sûriyeyê ne."
Eyîstanê di dawî de jî, ji gel xwest ku bi ruhê hevgirtinê li dijî êrîş û dagirkeriyê bisekinin û bi xurtkirina sîstema Federal Demokratîk û berxwedanê bersiva hewce ji çeteyan re bidin.
(en/rc)