'Heta daxwazên me neyên cih wê grev bi dawî nebe’

09:20

JINHA

AMED – Parlamentera HDP’ê ya Sêrtê û Berdevka Meclîsa Jinan Besîme Koncayê balkişand ser greva ji bo daxwaza hevdîtina bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re pêk bê li Amedê hatiye destpêkirin û got: “Heta ji Birêz Ocalan agahî bê girtin û dewleta Tirk destê xwe ji xaka Kurd vekêşe wê grev berdewam bike. Heta daxwazên me neyên cih wê girev bi dawî nebe.

Besîme Konca di 2012’an de di girtîgehê de jî ketibû gireva birçîbûnê û got bêhiqûqiya di 2012’an de hatiye jiyîn di 2016’an de berdewam dike.

Grev wê li dijî êrîş û tecrîdê bê destpêkirin

Besîmeyê got girtîgeh ji bo Têkoşîna Azadiya Kurd cihekî girîng yê berxwedanê ye û got: “Me di 2012’an de li girtîgehê li dijî êrîşên li ser gel û rewşa Birêz Ocalan grev da destpêkirin. Di 2011’an de binçavkirin, girtin û çiya hatin bombebarankirin. Divê tiştek bihata kirin. Dema mirov şertan tînin hember hev tiştek neguheriye. Greva 2016’an de jî wê li dijî êrîş û tecrîdê bê destpêkirin.”

Besîmeyê di berdewamiya axaftina xwe de got ew li dijî kesên dixwazin gelê Kurd têk bibin xwedî li îradeya xwe derdikevin û tevlî berxwedanê dibin û got: “Zextên li ser girtiyan di 2016’an de jî bê navber berdewam dike. îşkece li wan tên kirin û cezayê hucreyê tê kirin. Bi ser malan de tê girtin. Li dijî gel zilm tê kirin. Di pêvajoyeke wisa de divê bertek bê nîşandan. Ne mumkune ku em biçin kunçikekî û temaşe bikin. ji bo gel bê şikandin êrîş zêde dibin. Li dijî vê divê berxwedanek topyekun pêk bê.”

‘Grevên berê encam girtibûn’

Besîmeyê destnîşan kir ku daxwaza hemû grevan hemane û neguheriye û wiha pê de çû: “Daxwazên wekê bila Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan muxatab bê girtin, zextên li ser gelê Kurd bi dawî bibin, zextên li ser girtiyan bi dawî bibin û di nava gelan de aştî pêk bê. Ev çalakiyên girevê yên berê gihiştin serkeftiyê. Di 2012’an de piştî grevê bi Birêz Ocalan re hevdîtinan dest pê kir û ji bo aştiyê pêngav hatin avêtin.”

‘Bi 50 dildarî dest pê kir’

Besîmeyê diyar kir ku di encama hevdîtinên ku kirine de biryar dane ku çalakiya herî demokratîk ya gireva birçîbûnê bidin destpêkirin û got 50 kes ketine girevê. Besîyê got bi sedan kesî ji bo grevê serî lê dane. Besîmeyê di dawiya axaftina xwe de bang li hemû kesî û gel kir ku xwedî li grevê derkevin.

(bc-be/hu)