Leyla Ayaz: Ne em ne jî gel wê van kayyuman nas bikin

09:25

JINHA

AMED- Cigira Hevsrokê DBP’ê Leyla Ayazê êrîşên li dijî DBP û şaredariyên DBP’î nirxand û got: “Ev qanûn derkeve jî dernekeve jî em nas nakin. Em ti car vê qanûnê nas nakin. Emê çalakiyên xwe yên demokratîk pêk bînin. Ne em ne jî gel wê van kayyuman nas bikin.”

Cigira hevserokê DBP’ê Leyla Ayazê bertek nîşanê binçavkirinên demên dawî û hevşaredarên ji peywirê hatine girtin da û got hedefa esas ya di bin navê operasyona FETO de hatiye destpêkirin gelê Kurd û îradeya gelê Kurde.

‘Di bin navê FETOY’ê de li dijî DBP’ê êrîş pêk hat’

Leylayê got piştÎ 15’ê Tîrmehê li dijî darbekaran hinek êrîş hatine destpêkirin û got ev operasyonên di bin navê FETO de hatine destpêkirin hîna neqedyaye li dijî DBP’ê hatiye destpêkirin û got: “Li Kurdistanê hema hem ali her derê li dijî rêveberên DBP’ê, endamên meclîsê û hevşaredarên DBP’ê furyaya binçavkirinê hatiye destpêkirin. Ev di heman demê de li dijî gelê Kurd pêk hatiye. Kesên tevlî çalakiyên DBP’ê bûn hedef hatin girtin. Di 3 rojên dawÎ de li Amedê nêzî 170 kesî hatine binçavkirin. Ev operasyona her çiqas wekê li dijî FETO’yê hatiye destpêkirin nîşan bidin jî li dijî gelê Kurd pêk hatiye. Hema hema hemû hevşaredarên me ji peywirê hatine durxistin.”

Leylayê di berdewamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku gelê Kurd wê li dijî êrîşên li dijî îradeya wan bêdeng nemîne.

‘Emê çalakiyên demokratîk bikin jiyanê’

Leylayê anî ziman ku ew van êrîşan qebûl nakin û got wê li her derê çalakiyên demokratîk bikin jiyanê û wiha got: “Ev qanûn derkeve jî dernekeve jî em nas nakin.Li hemû cîhanê pevçûn hatine jiyîn. Rêya vê çareserî û diyaloge. Divê rêbazên demokratîk bikevin dewrê. Ne gel ne jî em van kayyuman nas nakin.”

(be/hu)