Leyla Guven ya di greva birçîbûnê de ye sembola têkoşîna jinê ye

09:27

JINHA

AMED – Hevseroka KCD’ê Leyla Guven ku 26 salê xwe da têkoşîna siyaset û jinê niha di greva birçîbûnê a ji bo Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan de ye.Leylayê bê navber hem di têkoşîna jinê û hem jî di têkoşîna azadiya gelê Kurd de li dijî zext û girtîgehan bê navber berxwe da.

Leyla Guven ku di temenê biçûk de hat zewicandin dest ji hevjînê xwe berda û her du zarokên xwe mezin kir. Leylayê got dema dest bi têkoşînê kiriye xwe nas nedikir û jiyana xwe da ser têkoşîna azadiya gelê Kurd û jinan. Du caran bu şaredar û di operasyonên KCK’ê de hat girtin. 5 salan girtî ma. Leyla di 7’ê Hezîrana 2015’an de bû namzeta parlamenteriyê ya HDP’ê. Leyla ku bû parlamenter ji ber hilbijartin hatin betalkirin di 1’ê Mijdarê de nehat hilbijartin.

‘Min xwe nas kir’

Leyla ji Kurdên Anatolya Navîne û di 1964’an de li Cîhanbeyli ya Konyayê li bajaroka Yapali hat dinê. 7 xwişk û birabûn. Ya herî biçûk bû. Di 16 saliya wê de malbatê neşand dibistanê. Leyla di 17 saliya xwe de bi kurê xaltîka xwe re hat zewicandin û 5 salan li Elmanyayê ma. Kur û keçek wê çêbû. Leyla vedigere Kurdistanê û zewaca xwe qedand. Wê zarokên xwe mezin kir. Leylayê wiha got ‘Ez çi bi şanseme ku min partî nas kir.’ Leyla di salên 90’î de dest bi xebatên siyasetê dike Û got: “Dema ketim partiyê min xwe nas kir. Min got ez jinim, kurdim, nasnameya min qedexeye, zext li ser min heye. Ev her tim wek pirs derdiketin pêş min.”

Hem zarokên xwe û hem jî têkoşîna xwe mezin kir

Leylayê ligel vê hem zarokên xwe mezin kir û hem jî debara xwe kir. Xebatên siyasî meşand. Di 1994’an de bû endama lijneya rêveberiya HADEP’a Konyayê. Serokatiya baskên jinan a HADEP’ê jî kir. Heta 1999’an wiha derbas kir. Leylayê wiha got: “Rêberê Kurd hatibû girtin. Min jî biryar da ku ez jî profesyonel bixebitim. Divê min berpirsyarî bigirta. Ji ber vê min zêdetir cih girt.”

5 salan di girtîgehê de ma

Leyla di hilbijartinên 1999’an de bû namzeta parlamenteriya Konyayê. Di 2001’ê de çû Enqereyê û rêveberiya Baskên Jinan a Navenda HADEP’ê meşand. Leyla bû endama Meclîsa Partiyê jî û heta 2004’an ev peywir meşand. Di 2004’an de bû şaredara Kuçuk Dîkîlî ya Seyhana Edenê. Li vir 5 sal şardarî kir. Di 29’ê Adara 2009’an de di hilbijartinên herêmî de bû şaredara Wêranşarê, lê 8 meh şûnde di bin navê KCK’ê de hat girtin û 5 salan di girtîgehê de ma.

Leyla herî dawî di hilbijartinên 7’ê Hezîranê de wek parlamentera HDP’ê ya Rihayê hat hilbijartin. Lê AKP’ê îradeya gel nas nekir û hilbijartin betal kir. Leyla di hilbijartinên 1’ê Mijdarê de nehat hilbijartin. Leylayê navber neda xebatan û di 26’ê Adara 2015’an de bi kongreya asayî ya KCD’ê bû hevseroka KCD’ê

(kom/hu)