Selma Irmak: Hişmendiya tinekirina Abdullah Ocalan esas digre dê bi xwe re şerê navxweyî bîne
10:44
JINHA
AMED - Wekîla HDP'ê Selma Irmak a di çalakiya greva birçîbûnê de cih digire, aşkera kir ku tê xwestin Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bidin rakirin, dê ev hişmendiya xeter bi xwe re şerê navxweyî bîne.
Wekîla HDP'ê ya Colemêrgê Selma Irmak di çalakiya greva birçîbûnê ya di 12'ê Îlona 2012'an de ji bo Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin de cih girt, di çalakiya greva birçîbûnê ya duh ji bo Ocalan li Amedê hat destpêkirin de cih girt. Selma diyar kir ku, di sala 2012'an de jî şerekî dijwar hatibû destpêkirin, ji bo tecrîda li ser Abdullah Ocalan bê rakirin biryara çalakiyan hatibû girtin.
Ji ber hemû provakasyonan jî rola xwe leyîst
Selmayê da zanîn ku, çalakiya greva birçîbûnê ya 2012'an bi ruhê berxwedana 14'ê Tîrmehê hatibû destpêkirin, ev çalakiya 68 rojan berdewam kiriye û li hemberî vê berxwedanê dewletê xwe ker û lal kiribû. Selmayê piştrast kir ku ji ber hemû tiştî jî çalakiya 2012'an bi serkeftî derbas bûye û ev tişt got: "Ji bo tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê rakirin û pêvajoya çareseriyê bê destpê kirin çalakî hatibû destpêkirin. Li ser qebûl kirina van daxwazan hevdîtinan dest pê kir. Her çendî di pê pêvajoyê e komkujiya Roboskê û 3 jinên siyasetmedar hatibûn qetilkirin jî Birêz Ocalan bi hewldanên xwe ev pêvajo dewam kir."
'Pêywîra meya rawestandinê heye'
Selmayê gotinên Abdullah Ocalan ên wekî "Heke pêvajo dewam neke, aştiy civakî pêk neyê dê şerê navxweyî destpê bike" bi bîr xist û wiha dirêjî da axaftinên xwe: "Xala ku Birêz Ocalan bal dikişand ser roja îro ye. Li rojavayê Tirkiyeyê li dijî kurdan pêla lîncê hat destpêkirin, her çendî di sala 2013'an de bingeha jiyanê hatibe avêtin jî ev ji hêla hikûmetê ve hat tunekirin." Selmayê aşkera kir ku, îro jî wekî sala 2012'an li ser Abdullah Ocalan tecrîdeke giran tê meşandin.
Selmayê bal kişand ser xetereya mezin û destnîşan kir ku tê xwestin Abdullah Ocalan tune bikin, ji ber vê yekê xetereyeke gelekî mezin derketiye holê. Selmayê bi lêv kir ku, niha jî dixwazin vê tunekirinê gav bi gav bi gel bidin qebûl kirin û wiha pêde çû: "Dê ev xetere bi xwe re şerê navxweyî bîne, ev rewş dê ji bo civakê bi xwe re xetereyên mezin bîne. Ji ber wê jî çalakiya grevê dê ji bo dawî kirina şer gelekî girîng e. Ji ber wê jî tenê daxwazeke greva birçîbûnê jî ji ber wê ye. Heke ji Birêz Ocalan agahî neyê girtin û der barê tenduristiyê de agahî neyê dayîn, tecrîd neyê rakirin dê kes nikaribe pêşiya vê bigire. Ji ber wê jî divê agahî bê girtin."
Selmayê herî dawî piştrast kir ku daxwaza wan agahî ji Abdullah Ocalan bê girtine, lê daxwazên gel muzakere ye û aşkera kir ku, heta ew negihêjin armanca xwe dê çalakiya xwe berdewam bikin.
(kom/rc)