Fîgen Yuksekdag: 50 hevalên me ji bo mirovahiyê di berxwedanê de ne
14:54
JINHA
AMED - Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag di serdana çalakgerên grevê de got: " Ev greva berxwedanê ya ku 50 hevalên me daye destpêkirin di heman demê de ji bo mirovahiyê berxwedanek e. Îro yên ku li dijî Birêz Ocalan tecrîdê pêk tînin dixwazin Tirkiyeyê bixin nava tarîtiyê lê em ê destûrê nedin vê yekê."
Hevserokê KCD’ê Hatîp Dîcle, Hevberdevkên HDK’ê Gulîstan Kiliç Koçyîgît û Ertugrul Kurkçu, Hevserokên Giştî yên HDP’ê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş hatin serdena çalakgerên greva birçîbûnê ya ji bo hevdîtina bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re pêk bê û jê agahî bê girtin hate destpêkirin. Hevserokan di serdanê de têkîldarî agahî negirtina ji Abdullah Ocalan daxuyanî dan.
‘Tirkiye bi xwînê xwe xwedî dike’
Hevsereko Giştî ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag di ziyareta xwe de anî ziman ku dîmenê greva birçîbûnê wêneyê krîza li Tirkiyeyê ye û wiha got: “Berpirsyarê vî krîzê ne hevalên me, hikûmet e. Îxtidara siyasî bila nebêje hem Ocalan û hem jî gel dîl bigire. Gel li dijî tarîtiya şer li ber xwe didin. Kes nabîne dê sibehê çi bibe. Dibêjin me darbe têk biriye lê hûn dikarin bi darbeyeke din re rû bir û bimînin. Sedama ku Tirkiye di vî rewşê de ye bi dawîkirina pêvajoya çareseriyê û gurkirina şer e. Bi kuştina kurdan û bi girtina bin pêkûtiyan hûn nikarin vî pirsgirêkê çareser bikin. 3 salan xwîn tunebû, rondikên çavan tunebû, Tirkiye ji vê aciz bû. Ji ber ku Tirkiye bi xwînê xwe xwadî dike.”
Fîgenê li hemberî gotinên Bozdag ên li îmraliyê pirsgirêk tuneye jî nerazîbûn nîşan da û wiha got: “Em naxwazin ji wa agahî bigirin. Gotina we ya baş e me rehet nake. Em dixwazin bi çavên xwe ve bibînin. Ji bo ku bi malbat û parêzeran re hevdîtinê pêk bîne divê bikevin nava tevgerê. Em dixwazin rasterast ji wî agahî bigirin. Ev greva berxwedanê ya ku 50 hevalên me daye destpêkirin di heman demê de ji bo mirovahiyê berxwedanek e. Îro yên ku li dijî Birêz Ocalan tecrîdê pêk tînin dixwazin Tirkiyeyê bixin nava tarîtiyê lê em ê destûrê nedin vê yekê."
‘Heta encam bê girtin dê berxwedan bidome’
Derhêner Zeynel Dogan ê di greva birçîbûnê de ye jî diyar kir ku, wî gelekî fikiriye ku dikarin çawa xizmetî aştiyê bikin ji ber vê yekê jî ew jî derveyî berxwedanê nekariye bimîne. Zeynel wiha axivî: “Di pêvajeyeke bi vî rengî de hevalên me li jêrzemînan hatin qetilkirin, bajarên me hatin bombebarankirin min nekarî sînemayê bikim, divê min di nava berxwedanê de cih bigirta. Dema ku min bihîst dê greva birçîbûnê dest pê bike, min xwe pêşniyar kir û ji ber ku hevalên min qebûl kirin ez gelek kêfxweş bûm. Em ji Birêz Ocalan û gel hînî berxwedanê bûn. Birêz Ocalan ê ku ji bo azadiya me li ber xwe da em jî îro li ber xwe didin. Heta encamê bigire em ê bidomînin.”
(kom/rc)