Ji KHK'a yekemîn heta îro: AKP'ê darbe veguhert derfetê

09:06

Duygu Erol / JINHA

ENQERE- Piştî 15'ê Tîrmehê hewldana darbeyê şûnde hikûmetê darbe kir hincet û bi hemû hêza xwe êrîşê muxalîfan kir. Hikûmetê darbe, OHAL û KHK ji bo muxalîfan bê deng bike wek çek bikaranî û her cureyê zext û çewisandinê bikartîne.

OHAL' a di 21'ê Tîrmehê de ket jiyana me, KHK'yê di 23'ê Tîrmehê de hatin weşandin û binpêkirinên mafan bi awayekî dihiqûqî berdewam dike. Piştî 15'ê Tîrmehê hewldana darbeyê şûnde hikûmetê darbe kir hincet û bi hemû hêza xwe êrîşê muxalîfan kir. Ji KHK'ya ewil ya hat gotin wê PMME'ê bê sekinandin û heta KHK'ya dawî ya hat gotin wê akademîsyen ji peywirê bên îxrackirin, li welat girêka binpêkirina mafan tê jiyîn.

15'ê Tîrmehê de çi bibû?

Nêzî 50 parlamenterê li meclîsê bûn û balafirên F-16 meclîs bombe kirin û komek lşkerên xwe re gotin 'Konseya Sulh ya li Welat' hewldana darbeyê kirin. Vê komê di malpera fermî ya TSK'ê û TRT'ê de gotin dest danîne ser rêveberiyê. Piştî bûyerê serokkomar Tayyîp Erdogan derket televîzyonê û bang li gel kir ku dakevin kolana. Piştî hewldana darbeyê bi hezaran leşker htain binaçvkirin, dadger, dozger hatin tasfiyekirin.

Bi KHK'yan pêşiya bêhiqûqiyê hat vekirin

Di 21'ê Tîrmehê de KHK hat weşandin û di KHK'ê de hat gotin wê Peymana Mafê Mirovan a Ewropayê (PMME) di seranserê OHAL'ê de bê sekinandin. Her wiha 5 sal şûnde dîsa mamostetiya bi peyman anîn, pêvajoya binçavkirinê ji 4 rojan derxistin 30 rojî, hevdîtina bi parêzeran bi amûrên deng û dîtbarî wê bên qeydkirin.

Hikûmetê berê xwe da aliyê muxalîf

Piştî KHK'ya yekemîn hikûmeta AKP'ê darbe kir hincet û sînyala hemû bêhiqûqiyên ku pêk bê da. Piştî KHK'ya yekemîn ya duyemîn jî hefteyek şûnde hat weşandin û di çapemeniyê de gelek ajans, televîzyon,r ojname û radyo hatin girtin. Xebatkarên wê hatin binçavkirin û girtin.

Piştî darbeyê zextên li girtîgehan, surgunkirin û îşkence zêde bûn. Dîsa pêvajoya binçavkirinê hat dirêjkirin. Li dijî HDP û DBP'ê operasyon hatin kirin û gelek kes hatin binçavkirin û girtin.
Kayyum ji nûve anîn rojevê

Li Tirkiye û Kurdistanê li dijî xebatkarên partiya siyasî û ciwanan operasyonên binçavkirinê pêk hat. Biryara girtina rojnameya Ozgur Gundemê hat dayîn û xebatkarên wê bi îşkenceyê hatin binçavkirin. Dîsa piştî darbeyê mijara tayînkirina kayyuman anîn rojevê. Hikûmetê bi hezaran akademîsyen jî ji peywirê îxrac kir.

Di encama vê israra neçareseriya hikûmetê de herî dawî siyasetmedarên Kurd bedena xwe dan ber birçîbûnê û li Amedê dest bi greva birçîbûnê kirin.

(hu)