‘Em ê li greva birçîbûnê xwedîderkevin û berxwedanê mezin bikin’

13:28

JINHA

ENQERE - Saziyên demokratîk û civakî yên Enqereyê piştgirî dan çalakiya li Amedê û diyar kirin ku ew jî dê li Enqereyê berxwedanê mezin bikin.

Rêxistina HDP, HDK, KJA, KURD-DER, TUHAD-FED yên li Enqereyê, piştgirî dan çalakiya greva birçîbûnê ku 50 kesan li Amedê ji bo bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re hevdîtin bê kirin dane destpêkirin. Saziyên civakî û siyastî yên Enqereyê li avahiya HDP'ê ya Enqereyê civîna çapemeniyê pêk anîn.

Di civînê de Hevseroka HDP'ê ya Mamakê Serpil Koksal, diyar kir ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hemû jiyana xwe ji bo aştî û demokratîkbûna gelê Kurdistan û Tirkiye feda kiriye û wiha got: "Tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Birêz Ocalan tecrida li ser gelê kurd, tirk û gelên Rojhilata Navîn e. Ger ku hikûmet bêdengiya xwe berdewam bike û gavên çareseriya demokratik navêje, em dê li Enqereyê çalakiyên xwe mezin bikin. Em jî wekî perçeyekî vê çalakiyê heta ku em encam bistînin em dê bidomînin.

(kom/zt)