'Têkoşîna jinê xwe di grevê de jî nîşan dide'
09:09
Dîlan Babat/JINHA
WAN - Parlamentera HDP'ê ya Wanê Bedîa Ozgokçeyê balkişan ser jinên di gireva birçîbûnê de cih digirin û got: "Sekna jina Kurd di terza kesayeta şoreşger û mirovane de ye. bêguman mîmarê vê Birêz Ocalane. Têkoşîna jinê xwe di greva birçîbûnê de jî nîşan daye."
Ji her alî piştgiriya ji bo girevên birçîbûnê ya ji bo Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin didome. Parlamentera HDP'ê ya Wanê Bedîa Ozgokçeyê jî got li ser Abdullah Ocalan tecrîdek giran tê meşandin û bal kişan ser gireva li dijî tecrîdê hatiye destpêkirin. Bedîayê got: "Ji derveyê pêkanîneke li ser girtiyekî pêk tê, tecrîd û pêvajoyek giran tê meşandin. Ev 17 sale li Îmraliyê ev pêkanîn tê meşandin.
'Helwesta li dijî Birêz Ocalan li dijî gelê Kurd e'
Bedîayê got pêkanîna li dijî Abdullah Ocalan ti aliyê wê yê hiqûqî tine û got: "Ji destpêkê de Birêz Ocalan rastî van pêkanîn tê. Gelek kes li dijî vê bû. helwesta li dijî Birêz Ocalan li dijî gelê Kurde."
'Girev wê berdewam bikin'
Bedîayê di berdewamiyê de anî ziman ku piştî hevdîtinên bi Abdullah Ocalan re hatine birîn şer hatiye destpêkirin û ev şer hîna jî tê meşandin. Bedîayê bi lêv ki rku li Kurdistanê konsepta şerekî giran tê meşandin û got: "Piştî 15'ê Tîrmehê ji Abdullah Ocalan agahî nehat girtin. Em bi awayekî cidî geşedanên li wir mereq dikin. me wek HDP bi dehan carî hevdîtin daxwaz kir. Civak êdî vê qebûl nake. Bi greva birçîbûnê re helwestek wijdanî hatiye nîşan da. Heta fikar ji holê ranebin wê girev bidomin."
'Jinan ji bo aştiyê hewl da'
Bedîayê di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku îradeya ku jinan li her derê nîşan daye, di girevên birçîbûnê de jî nîşan daye û bi heman îradeyê têkoşîne.
(htk/hu)