‘Hewildidin bi xwînê deshilatiya xwe biparêzin’

16:08

JINHA

DÎLOK - Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag û Hevberdevka HDK'ê Gulistan Koçyigit, bi girseyî 56 kesên di 20'ê Tebaxê de li Dîlokê hatin qetilkirin bibîr anîn. Di bîranînê de Fîgen got: "Êşa bi me kişandin ji wan re namîne"

Hêvseroka giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag û Hevberdevka HDK'ê Gulistan Koçyîgît, wekîlên HDP Hevşaredarê Sêrtê Tuncer Bakirhan û gelek kesên din hatin Dîlokê û Rêxistina DBP'ê ya Şahinbeyê ziyaret kirin. Piştî ziyareta DBP'ê, kom heta ber qada ku di 20'ê tebaxê de komkujî lê pêk hat û 56 kesên di dawetê de hatin qetilkirin meşiyan. Girseya ku heta qata teqînê ya taxa Beybahçeyê meşiyan, bê navber siloganên "Şehîd naimirin", "Em dê bi berxwedanê bi ser bikevin" û "Zext me bêzar nakin" berz kirin. Girseya ku heta qadê meşiyan, li vir ji bo kesên di têkoşînê de jiyaa xwe ji dest dane rêz girtin.

‘Kurd berê jî di vê cendereyê re derbas bûn’

Hevberdevka HDK'ê Gulistan Koçyîgît, hişmendiya kujer şermezar kir û diyar kir ku hişyendiya îxtîdarê li ser tunekirina gelê Kurdistanê hatiye avakirin û wiha got: "Kurd berê jî di vê cendereyê re derbas bûn. Lê kurt bi înkar, îmha û kuştinê tune nabin. Kurd dê têkoşîna xwe mezin bikin."

Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag jî anî ziman ku li Dîlokê 56 welatî hatin qetilkirin û wiha got: "Her êş û zilma bi gelê kurd dane kişandin dê ji wan re nebîne. Hemî êş û zilm dê bibe jahr û li wan vegere. Em teslîm nebûn û em teslîm nabin."

Girsê piştî li cihê komkujiyê 56 kes bibîr anîn, piştre çûn goristanê û malbatên 56 kesan ziyaret kirin.

(pz/zt)