Fîgen: Divê em bi berxwedana Şirnexê re piştevaniyê mezin bikin

09:08

JINHA

ŞIRNEX- Hevseroka HDP'ê Fîgen Yuksekdag ku ketina wê ya Şirnexê hat astengkirin diyar kir ku li Şirnexê hovîtiyeke ku li cîhanê nehatiye dîtin pêk tê, lê gel jî berxwedanek mezin nîşan dide û got: "Ji bo xwedî li vê berxwedana wan ya bi rumet bê derketin û hêjayî wan bibin divê ev têkoşîn bê mezinkirin."

Hevseroka HDP'ê Fîgen Yuksekdagê da zanîn ku armanca qedexeyê cudaye û got wan xwestine bi gelê xwe yê ku ji xaka wan hatine durxistin re cejna xwe derbas bikin û wiha berdewam kir: "Em bi helwesta faşîzan ya wek her tim re rû bi rû man. Nehiştin em bikevin nava konan. Tevî hemû astengiyan berxwedana gelê Şirnexê berxwedana me ye. Bi hezaran carî pêşiya me girtin. Lê me dîsa xwe gîhand gelê xwe."

'Leşker û polîsan dagir kirine'

Fîgenê di berdewamiyê de got ne tenê li gelê Şirnexê li xak û kevirê wê jî hovîtiyek mezin pêk hatiye û got: "Siyasetmedarên vî gelî nekarin bikevin sînor. Lê leşker û polîsan her der dagir kirine. Muetahît, teşeronên AKP'ê dikevin hundir. Sûcekî mezin tê kirin. Ev hovîtiya li Şirnexê pêk tê di dîrokê de nehatiye dîtin. Li vê erdnîgariyê qedexe, dorpêçkirin ne tiştekî nûye. Berê herî kêm 6 caran ev pêkanîn li vî bajarî pêk hatine."

'Hêrsa siyasî serdeste'

Fîgenê bi lêv kir ku polîtîkaya li Colemêrg û Şirnexê pêk tê siyasî û îdeolojîke û ev tişt anî ziman: "Mirov tenê dixwazin bigihêjin kavila xaniyê xwe. Lê desturê nadin vê jî. Ji ber vê li dijî Şirnexê pêkanînek cuda heye. Dixwazin Şirnex û Colemêrgê ji navendîbûnê derbixin. Ev jî hêsra siyasî ya li hemberî vî bajarî ye."

'Divê her kes berxwedanê fêm bike'

Fîgenê wiha dirêjî da axaftina xwe: "Li Şirnexê berxwedanek bi heybet heye. Divê hemû Tirkiye û gelên şoreşger bi vê berxwedanê re bikevin nava piştevaniyê. Dema hatim Şirnexê min gelek tişt zelal dîtin. Tevî ku hewl tê dayîn îradeya vî gelî teslîm bê girtin, gelê Şirnexê xwedî li xaka xwe derdikeve. Tevî ku bi êşe li dijî çavsoriya dewletê serî natewînin. Divê em hemû vê berxwedanê fêm bikin.Divê em layîqê gelê Şirnexê xwedî li berxwedana wan derkevin."

(aı/hu)