Piştî girtina HDP'yiyan li Tokatê qedexe dest pê kir
16:17
Îlon
16
/ 2016
JINHA
TOKAT - Piştî girtina 12 HDP'yiyan ku di nav wan de Cîgirê Hevserokê Giştî yê HDP'ê Alp Altinors jî hebû, walitiya Tokatê li gorî biryarnameyên Rewşa Awarte ya AKP daxuyanî û mîtîngên li nav bajêr qedexe kir.
Piştî girtina Cîgirê Hevserokê HDP'ê Alp Altinors û 11 kesên HDP'yî walitiya Tokatê qedexe anî ser mîtîng û daxuyaniyan. Walitiya Tokatê ragihand ku di navbera 16-18'ê Îlonê de mîtîng, belavkirna danezanan, meş li Tokatê hatine qedexekirin.
(rc)