'Gelê Rojava êdî pergala navendî napejrîne'
09:11
Sorgul Şêxo/JINHA
TIL TEMIR- Endama Komîteya Nivîsandina Hevpeymana Civakî ya Sîstema Federal Demokratîk a Rojava-Bakûrê Sûriyê Derya Remezan têkîldarê dagirkeriya artêşa Tirkiyeyê ya li ser bajarê Cerablûsê nirxandin kir.
Dewleta Tirkiyeyê di bin navê têkoşîn li dijî çeteyên DAIŞ'ê êrîşê bajarê Cerablûsê kir û dagirkeriya li ser axa Bakûrê Sûriyê da destpêkirin. Endama Komîteya Nivîsandina Hevpeymana Civakî ya Sîstema Federal Demokratîk a Rojava-Bakûrê Sûriyê Derya Remezan diyar kir ku, li hember dagirkeriya desthilatdariyê sîstema federaliya demokratîk çareseriya bingehîne û got ku, bi taybet jî ji bo Bakûrê Sûriyeyê projeya herî çaresaz e."
'Hedef projeya projeya gelê kurde'
Deryayê destnîşan kir ku, dagirkirina Cerablûsê di bingeh de ne ji bo şer ê li hembr çeteyên DAIŞ'ê ye û wiha axivî: "Ev şanoyeke ku ji hêla herkesê ve tê zanîn. DAIŞ tenê cilûbergên xwe guhert. Hedef û armanc ne DAIŞ e. Jixwe dewleta Tirkiyeyê bixwe DAIŞ'e. Armanca sereke ya vê êrîşê projeya ku gelê kurd jê re pêşengtî dike xirab kirine."
'Hemû gel û bawerî divê bertek nîşan bidin'
Deryayê anî ziman ku, ew ji bo serkeftina projeya sîstema Federal Demokratîk a Rojava-Bakûrê Sûriyeyê xebatê didin meşandin û wiha pêde çû: "Di çarçoveya vê projeyê de Bakûrê Sûriyeyê dê azad û demokratîk bibe û her sê kantonan Rojava dê bigihîjin hev. Sîstema Federal Demokratîk çareserya bingehîn ji bo aloziya Sûriyê ye, bi taybet jî ji bo Bakûrê Sûriyê projeya herî çaresaz e. Ji bo mafên hemû gel, nasname û baweriyan e. Projeya demokrasiyê ye. Lewre hemû gel divê li dijî dagirkeriya dewleta Tirkiyeyê ku êrîşê vê projeyê dike, derkevin qadan û nerazîbûnê xwe nîşan bidin. Ev zêdegaviya Tirkiyeyê ne rewaye. Êrîşê kesên sivîl tê kirin. Li dijî vê kurd, ereb, sûryan, aşûrî, misilman û êzidî tev divê bertek nîşan bidin."
'Sîstema navendî êdî nayên pejrandin'
Deryayê da zanîn ku gelê Rojava êdî pergala navendî ya desthilatdar napejrînin û wiha pêl da axaftina xwe: "Nema sîstema navendî ya yek partî, yek-malbat li Sûriyê hakim bibe. Gelê Rojava sîstema navendî ya dewletê êdî napejrîne. Gel pergala federaliya demokratîk dixwaze û ji bo wê xwe bi rêxistin dike."
'Dewleta Tirkiyeyê li her derê dijmintiya hêza kurdan dike'
Deryayê bi lêv kir ku, dewleta Tirkiyeyê li bakûrê Kurdistanê pirsgirêka gelê kurd çareser nekiriye û wiha dirêjî da gotina xwe: "Alozî her ku diçe kûrtir dibe. Dewleta Tirkiyeyê li her dera cîhanê dijîtiya kurdan û projeyên wan dike. Li bakûrê Sûriyê kurd ji vê projeyê re serkêşî dikin. Dewleta Tirkiyeyê jî ji bo pêşiya vê projeyê bigire di nav hewldaneke cidî de ye. Ji ber vê di serî de gelê kurd divê tevahî aligirên aştî û azadîxwaz ne razîbûnê xwe bidin der û têkoşînê bilind bikin."
(en/rc)