'Di şexsê Yukselê de xebatên jinan hedef hatin girtin'

09:44

Sarya Gozuoglu / JINHA

AMED - Seroka Daîreya Polîtîkayên Jinan a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Yuksel Aslan Acer di serde girtina malan de hat binçavikrin û ev 14 roje di bin çavan de ye. Hevalên wê yên xebatê bertek nîşanê rewşê dan û gotin: "Xebat ji ber di asteke ku zîhniyeta mêr dida zorê, muxataba destpêkê Yuksel hat binçavkirin.Di şexsê Yukselê de xebatên jinan hedef hatin girtin."

Piştî kayyum hatin tayînkirin karê wan yê desptêkê astengkirina xebatên jinan bû. Yekem Serokatiya Daîreya Polîtîkayên Jinan ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve hat vekirin. Seroka wê jî Yuksel Aslan Acer bû. Yuksel ev 14 roje di bin çavan de ye. Endama Meclîsa Şaredariyê û di heman demê de xebatên Meclîsa Jinê jî dimeşîneSerra Ocakê got ev 14 roje hevala wê Yuksel bi awayekî dij hiqûqê tê girtin.

Serrayê wiha berdewam kir: "Hefteya ewil bi parêzer re nekarîbû hevdîtinê bike. hîna jî nekare bi malbatê re hevdîtinê bike. Parêzerên wê hîna têkildarî dosyayê de nekarin agahî bigirin. Tê gotin ku biryara veşariyê heye. Nayê zanîn bi çi tê sûcdarkirin. Binçavkirina wê kêfiye. Di şexsê Yukselê de xebatên jinan hedef hatiye girtin. Daîreya Polîtîkaya Jinan di 2014'an de hat avkairin û piştre li bajarên din yên Kurdistanê hat avakirin. Yên persala destpêkê dane destpêkiri hedef hatine girtin."

'Pergala serdest ji xebatan ne kêfxweşe'

Serrayê wiha got: "Daîreya Polîtîkayên Jinan û saziyên di bin daîreyê de xebatan dimeşînin, xebatên jinan, xebatên taxan, rêxistina jinê, piştevanî, rehberiya psîkolojîk, xebatên gund, xebatên perwerdê û tendurisiyê dimeşînin û di esasê de ev xebat hatine hedef girtin. Yanî pergal ji xebata jinê nerehete."

'Armanç xespkirina xebatane'

Endama Meclîsa Şaredariya Bajarê Mezin Ayşe Çelîkbîlekê jî got bi Yuksel Acerê re di meclîsa jinan a şaredariyê de xebat dimeşand û got: "Xebatên di qada aborî, şîdeta li ser jinê, têkoşîna li dijî şîdetê, perwerdehiya ji bo jinê dimeşand. Ev xebat zîhniyeta serdest dide zorê. Ji ber vê jî muxataba destpêkê Yuksel binçavkirin. Armanc eve ku xebata jinan bidin sekinandin û xesp bikin. xebatên jinan hatine astengkirin. Em wisa dibînin. Niha ti agaî jê nayê girtin. Ti daxuyanî nayê dayîn. Em di mereqê de ne."

(ma/hu)